ŞIRNEX – Gelek malbatên Nisêbînê, piştî êrîşên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, ji bêgavî berê xwe dan navçeya Cizîrê. Malbatan, xwest şer bê rawestandin û gotin: "Em dîsa tên kuştin û dîsa koçber dibin."
Bi destpêkirina êrîşên Tirkiyeyê yên li ser Herêma Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, li Nisêbîn û Qosera Mêrdînê gelek malbatên li gund û taxên nêzî sînor diman ji bêgavî koçî deverên cuda kirin. Gelek malbatên ji vir koçber bûn, berê xwe dan Cizîr û Hezexa Şirnexê. Malbatên koç kirin, bi piştgiriya kampanyaya "malên bêkirê" li hin avahiyan bi cih bûn.
‘ERDOGAN BI ZANEBÛNÎ VÎ ŞERÎ DIKE'
Ji malbatên ku li Cizîrê bi cih bûne, yek jê jî malbata Çiftçî ye. Şukran Çîftçî, 4 roj berê tevî 7 zarokên xwe ji Taxa Yenîşehîra Nisêbînê hat Cizîrê. Çîftçî, êrîşên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şermezar kir û got, di vî şerî de dîsa gelê Nisêbînê bûye qurban. Çîftçî, bilêv kir ku bûyera ku gelek kesan tê de jiyana xwe ji dest dabû li ber çavên wan qewimiye û got: "Ev gule ji aliyê leşkeran bi zanebûn hatin avêtin. Erdogan vî şerî bi zanebûn pêk tîne. Ewlehiya me nemabû. Ji ber vê heta şer bisekine em ji Nisêbîne derketin."
‘EM DÎSA TÊN KUŞTIN Û KOÇBER DIBIN'
Çîftçî, bal kişand ser şerê di dema qedexekirina derketina kolanan ku 4 sal berê qewimîbû û got: "Wê demê jî gelek kesan jiyana xwe ji dest dan. Em wê demê pêrîşan bûbûn. Ji ber ku em dihatin kuştin, wê demê jî em neçar man axa xwe biterikînin. Niha heman tiştî tê serê me. Em dîsa tên kuştin û em dîsa koçber in. Me hîn birînên xwe yên beriya 4 salan nepêçiye, şerek din dest pê kir. Em naxwazin êdî em bên kuştin. Em naxwazin dev ji ax û mala xwe berdin.”
‘VÎ ŞERÎ RAWESTÎNIN'
Çîftçî, malavayiya cizîriyan kir ku ji ber derî li wan vekirine û got: "Gelê Cizîrê, baş ji rewşa me fêm dike. Ji ber ku beriya 4 salan heman tişt hat serê wan. Em dibêjin hîn ne dereng e vî şerî bidin sekinandin. Ger ev şer wiha berdewam bike dê gelek kes jiyana xwe ji dest bide. Dema şer sekinî em ê dîsa vegerin bajarê xwe."
Dayika 7 zarokan Nûrcan Akbaş ku ew jîli Cizîrê bi cih bûye, destnîşan kir ku herî zêde zarok tesîrê ji vî şerî digirin. Akbaş, diyar kir ku êvaran ji ber dengê bombe û çekan nikaribûne rakevin û got: "Her wiha zarokên me ditirsiyan. Ji tirsa ranedibûn. Ji ber dengê guleyan derûniyan zarokên me xirap bûbû. Ji ber vê em hatin Cizîrê." Akbaş, bilêv kir ku ew şer naxwazin û ev tişt gotin: "Xwesû û xwezûrê min bi me re nehatin. Nexwestin dev ji axa xwe berdin. Bes e, ev qas kes hatin kuştin. Em naxwazin heman tişt bên serê me. Ew doza çi li me dikin? Ew çi ji me kurdan dixwazin? Em dixwazin şer bisekine û em vegerin ser axa xwe."