ŞIRNEX - Piştî êrîşên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, li navenda Şirnex û navçeyên wê dawetên bisaz tên betalkirin û li şûna wan mewlûd tê dayîn.
Li navenda Şirnex û navçeyên wê, gelek malbat ji bo nerazîbûna xwe ya ji bo êrîşên li ser Herêma Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nîşan bidin, dawetên xwe yên bisaz betal kirin. Li navenda bajêr û nexasim jî li Cizîr û Silopiyayê, di nav hefteyekê de zêdetirî 20 dawetên bisaz hatin betalkirin û li şûna wan mewlûd hatin dayîn.