ENQERE- Girtiyê bi navê Şafî Kayhan ku ji Girtîgeha Ordûyê nameyek şand, got ku ji ber "li ber stranên kurdî govend gerandine" der barê girtiyan de lêpirsîn hatine destpêkirin.
Girtiyê bi navê Şafî Kayhan ji Girtîgeha Ordûyê nameyek şand. Kayhan di nameya xwe da balê kişand ser binpêkirinên mafan ên li girtîgehê.
JI BER STRANÊN KURDÎ Û GOVENDÊ CEZA LI WAN HAT BIRÎN!
Kayhan, dest nîşan kir ku her diçe li girtîgehê binpêkirinên mafan û muameleyên kêfî zêde dibin û di nameya ku şand de ev tişt gotin: "Ji ber hevalên me li ber stranên kurdî govend gerandin, der barê wan de lêpirsîn hatin destpêkirin û hin hevalên me mehek cezayê hevdîtina vekirî û ji bo hinan jî 3 meh cezayê pêwendîdayînê hat birîn. Me îtirazî vê yekê kir û dadweriya înfazê vê îtiraza me qebûl kir û me xwest ev ceza bê betalkirin. Lê belê piştî ku dozger îtirazî vê biryarê kir, Dadgeha Cezayê Giran a 2'yemîn jî cezayê dîsplînî pesend kir. Em vê yekê wek bêtehamuliya li hemberî zimanê me yê dayikî kurdî dibînin. Çimkî bi tu awayî nahêlin em ne faks, ne anme û ne jî tiştekî din bi kurdî bişînin û ne jî destûra wergirtina yên tên. DBP partiyeke legal e, kartek ji min re şand lê ji ber bi kurdî ye karta di hundurê zerfê de hat derxistin û zerfa vala dan min. Wek hincet jî hat diyarkirin ku karmendên bi kurdî bizanin tune ne."
Kayhan binpêkirirnên mafan ên din jî wiha rêz kirin: "Dawiya hefteyê daxwaznameyên me nayên girtin. Mehek cezayê dîsîplînê yê berê, niha bûye 3 meh. Hîn cezayên me nayên pesendkirin, daxwaznameyên me yên sewqî bi paş ve tên. Em gelek name û daxwaznameyan dişînin, lê belê em nizanin aqûbeta wan çî ye. Me ev îtirazên xwe ragihand rayedarên têkildarî mijarê, lê belê vegereke erênî xwe nade der. Pirtûkên ku malbatên me dişînin nayên dayîn."
Di nameyê de navê girtiyên cezayê dîsîplînê li wan hatiye birîn jî hene û ev in:
Kesên mehek cezayê hevdîtina vekirî li wan hatiye birîn ev in: Salih Altinişik, Huseyin Arslan, Şemsettin Ozgam, Cemil Mert, Suleyman Erkan, Azad Karabulut.
Kesên 3 meh cezayê pêwendiyê li wan hatiye birîn ev in: Ercan İşcan, Huseyin Arslan, Vedat Bozkurt, Cafer Akdogan , Hamdin Çiçek, Murat Beklen , Lokman Daneri, Hamza Çiçen , Asım Demir, Fikret Guzelaydin, Mehmet Ataş, Nimet Degiş, Murat Bayram, Kasım Sanlig, Hakki Turgay, Kerem Ayas, Musa Bakan , Kazim Coşkun, Murat Dokgoz, Necip Ermiş.