NAVENDA NÛÇEYAN - Ajansa nûçeyan a dewletê ya Sûriyeyê SANA'yê ragihand ku leşkerên DYA'yî li Hesekê binkeyeke xwe ya leşkerî ya din jî hêlane û çûne.
Ajansa nûçeyan a dewletê ya Sûriyeyê SANA, ragihand ku leşkerên DYA'yî binkeya xwe ya leşkerî ya li nêzî gundê Tell Beydar ê bajarê Hesekê hêlane. Li gorî nûçeya SANA'yê yekîneyên leşkerî binkeya xwe ya li Tell Beydarê ku ev gund rêya Hesekê û Dirbesiyê bi hev ve girê dide hêlane û berê xwe dane îstiqameta Tel Tamer-Hesekê.
Berê jî hatibû ragihandin ku leşkerên DYA'yî binkeya xwe ya li nêzî bajarê Kobaniyê û binkeya xwe ya li bakur rojavayê Minbicê hêlane.