ENQERE - Li ser giliyê hikumxwarekî li Girtîgeha Tîpa L a Alanyayê ya der barê gotinên "Wê YPG Firatê derbas bike û tu yê jî ewêl ewêl lê binerî" ku Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş îstinadî Serokwezîrê berê Ahmet Davûtoglû de gotibû, der barê Demîrtaş de fezlekeyek hat amadekirin.
Der barê Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş de fezlekeyeke din jî hat Meclîsê. Mijara fezlekeya di nav hefteyê de hat Meclîsê û merheleya wê ya lêpirsînê ecêb e. Serokwezîrê wê demê Ahmet Davûtoglû der barê operasyona ku YPG'ê li rojavayê Firatê bi rê ve dibir de gotibû, wan du caran li YPG'ê daye û heke hêla dina ya Firatê derbas bikin ew ê careke din jî lê bidin. Demîrtaş jî li Kuçukçekmeceya Stenbolê di civîneke li otelekê de îstinadî Davûtoglû de wiha gotibû: "Dibêjin 'me du caran li YPG'ê daye. Heke YPG hêla din a Firatê derbas bike em ê lê bidin.' Nizam divê derbasî wî aliyê Firatê nebe. Wê derbas bibe Davûtoglû. Tu yê bibînî wê YPG derbasî wî aliyê Firatê bibe û tu yê jî li vî aliyê avê ewil ewil lê binerî."
Piştî van gotinên Demîrtaş, li Girtîgeha Tîpa L a Alanyayê hikumxwarê bi navê Mehmet Gokçe li Serdozgeriya Komarê ya Alanyayê giliyê Demîrtaş kir. Gokçe di daxwaznameya xwe de diyar kir ku ev gotinên Demîrtaş "Ji bo kîn û dijminahiyê gel tehrîk dike û biçûk dixe."
Piştî daxwaznameya giliyê Serdozgeriya Komarê ya Kuçukçekmeceyê lêpirsîn da destpêkirin. Dozgeriyê di çarçoveya lêpirsînê de muzakereyek ji RTUK'ê re şand û daxwaza dîmenên bultenên nûçeyan ên wê demê kir û gotinên Demîrtaş ên navborî ji bo "heqaretê" wek hincet hesiband. Dozgeriyê di çarçoveya lêpirsînê de bi daxwaza "rakirina destnedayînê" ya Demîrtaş fezlekeyek amade kir.
MA / Hayri Demir