GIRÊ SPÎ - Zagros Kobanê yê li dijî hêzên Tirkiye û paramilîter li çoltera Girê Spî di parastinê de ye, bal kişand ser berxwedana bi rêve dibin û got: “Tevahiya cîhanê çawan ku li Kobanê şahidiya şer û berxwedana me kir, wê heman berxwedanê cardin bibîn e.”
Êrîşên Tirkiyeyê yên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ev 7 rojin dewam dike. Herê hem bi awayekê bejahî û hem jî hewayî tê bombeberan kirin. Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD), ji bo parastina herêmê li ser tevahiya xeta sînor li ber xwe dide.
Bi taybetî li Girê Spî û Serêkaniyê, derbên giran li komên paramîlîter ên bi navê Artêja Netewî ya Sûriyeyê dixin. Di navbera hêzên paramîlîter ên pêngavek ji xeta Girê Spî paşve vekişiyan de pevçûnên dijwar rû didin.
Yek ji endamên QSD’ê yên axa xwe diparêzin Zagros Kobanê, diyar kir ku hêzên paramîlîter ên Tirkiyeyê ji gelek aliyan ve êrîş dikin, lê ligel vê yekê jî ew şerê vîna paratinê didin.
Kobanê, bal kişand ser têkoşîna rizgariya Kobanê û wiha got: “Tevahiya cîhanê çawan ku berxwedan û şerê me yê li Kobanê dît, wê li vê derê jî heman şer û berxwedanê bibîn e. Wê her der bibe Kobanê. Heya ku em wan li her derê bişkînin, em ê şerê xwe dewam bikin. Hemû cîhan wê şahidiya vê yekê bike.”
Nûçegihanê me Nazim Daştan pevçûnên li çoltera Girê Spî kêlî bi kelî bi kameya xwe kişandin.
MA / Nazim Daştan