MELETÎ - Elewiyên ku li Meletiyê malên wan hatin xêzkirin, diyar kirin ku wek provakasyon şîrovekirina bûyerê di asasê xwe de tê wateya paşguhkirinê û xwestin demildest kiryaran bibînin.
Li Meletiyê, li Taxa Cemal Gurselê ku piranî elewî lê dijîn deriyên 13 malan hatibûn îşaretkirin. Polîsan der barê bûyerê de lêkolîn dabûn destpêkirin, lê belê heta niha tu lêpirsîn nehatiye destpêkirin. Elewiyan ev bûyer şibandin pêvajoya Komkujiya Mereşê û li bendê ne ku demildest kiryar bên zevtkirin.
Serokê Komeleya Hevwelatiyan a Elewî Erdogan Unverdî, diyar kir ku bi kevirkirina Cemxaneya Habîbler a Stenbolê, li Taxa Cemal Gurselê îşaretkirina 13 malan û her dawî şikandina camên Komeleya Dêrên Kûrtûlûşê ya li Taxa Paşakoşkê êrîş veguherîne rewşeke sîtematîk. Unverdî, got ku bi van êrîşan tê xwestin ku elewî bên tepisandin û ev êrîş dişibin êrîşên Mereş û Sêwazê. Unverdî wiha got: "Taybetmendiya taxê ew e ku hema bêje hemû welatiyên wê elewî ne. Paşê kevirkirina komeleyeke elewiyan cihê şik û gumana ye. Kî di nav wan de hene, ji kê cesaretê digirin? Heta kiryar neyên zevtkirin wê pirsa 'kesên tarî van bûyeran dikin?' li me peyda bibe."
‘EM Ê XWE BIPARÊZIN'
Unverdî anî ziman ku divê ev bûyer wek "provakasyonê" neyên şîrovekirin û di ser guh re neyên avêtin û ev tişt gotin: "Divê ev bûyer bi awayekî cidî esas bên girtin. Li herêma me rêxistina terorî DAIŞ bi awayekî zêde heye. Li gor nûçeyên di çapemeniyê de xwe dan der dihat gotin ku DAIŞ'î derbasî Tirkiyeyê bûne. Li bajarê me îhtimala rewşên ku êrîşên DAIŞ'ê xwe bidin der heye. Çimkî mirov nizane kengî û li kuderê wê çi bibe. Ji bo di mêjiyê mirovan de pirsnîşan nemînin divê demildest kiryar bên zevtkirin û teşhîrkirin."
Unverdî, diyar kir ku elewiyên ku li taxên Cemal Gursel û Paşa Koşkê dijîn diqilqilin û wiha domand: "Em ji suîqast an jî êrîşeke bêbext ditirsin. An jê em dikarin xwe li hemberî êrîşeke ku rasterast li hemberî me pêk tê xwe biparêzin. Çimkî em heta niha ne ji DAIŞ'ê û ne jî ji hêzên paşverû netirsiyane. Heta niha me bersiva gelek êrîşan daye û em ê tim jî bidin. Li vir peywira ku dikeve ser milê me ew e ku divê em bindest, demokrat, rewşenbîrên vî welatî bên gel hev û bibin hêzek." Unverdî diyar kir ku kesên vê pêvajoyê bi rê ve dibin, dixwazin derdorên muxalif û elewî têxin bin hegemonyaya xwe û wiha got: "Lê divê hêzên ewlehiyê van kesan zevt bikin da pirsnîşanên di serê me de zelal bibin. Em dixwazin bizanibin ka kî, kîjan hêz kiriye, da em jî li gor wê helwesta xwe nîşan bidin."
Keyayê Taxa Cemal Gurselê Îmam Yildiz jî, diyar kir ku hîn jî qilqiliya li taxê didome û ev îşaretkirin ji bo civak ji hev bê cudakirin hatiye kirin. Yildiz got ku beriya sala 1980'yî li taxê provakasyon dihatin kirin û wiha domand: "Piştî hewldana darbeyê ya 15'ê Tîrmehê li Taxa Paşa Koşkê ku hewl dan provakasyonan derxînin. Şêniyên taxê bertek nîşanî vê yekê dan." Yildiz bang li hikûmet û rayedarên hemû partiyên siyasî kir û diyar kir ku şêniyên taxê hay ji her tiştî hene û wê neyên provakasyonan.
‘ARMANCA WAN ME BERA HEVDU BIDIN'
Dayika 6 zarokan Elîf Ceylana 68 salî ku mala wê jî hat îşaretkirin, got ku ew danê sibehê hay ji bûyerê çê bûne. Ceylan, diyar kir ku wan destpêkê ev yek fêm nekiriye û wiha got: "Berê Komkujiya Mereşê, Komkujiya Sêwazê çê bû, tu bikî nekî em tirsiyan. Li gel me cudaparêzî tune ye. Elewî û sunnî li vir tevde dijîn. Armanca wan ew e ku me bera hevdu bibin û me ji hevdu veqetînin." Ceylan dest nîşan kir ku divê demildest kesên êrîş pêk anîne bên dîtin û wiha got: "Em êvarî ditirsin. Tirsa ku dibe ji nişka ve êrîşek çê bibe li ser me heye. Ez û hevjînê xwe tenê dimînin. Berî bibe êvar em deriyên xwe mifte dikin. Êdî em bi biroj jî newirên derkevin derve."
MA / Haci Yusuf Topaloglu