AMED - Danişîna doza Rojnameger Rojhat Dogru yê bi daxwaza cezayê muebetê tê darizandin, li 8'emin Dadgeha Cezayên Giran a Ametê hat ditin. Heyetê, kontrola bi tedbîr a edlî ya li ser Dogru rakir û qedeeya derketina dervê sînor danî ser Dogru.
Danişîna doza Rojnameger Rojhat Dogru li 8'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê hat dîtin. Li ser îdîaya şahid Ridvan Ozdemir a “Di desteki wî de kamera, di destê wî yê din de çek gule berdida" der barê Rojhat Dogru de bi îdîaya "Yekîtî û tevahiya dewletê xera kiriye", "Bi zanebûn birîndar kiriye", "Endamtiya rêxistinê" doz hatibû vekirin. Danişîna dozê li 8'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê hat dîtin. Di danişînê de Dogru û parêzerê wî Resul Tamur amade bûn. Di danişîna berê de heyetê xwestibû ku Şahid Ridvan Ozedmîr bi rêya SEGBİS'ê tev li danişînê bibe û nivîs şandibû ji 9'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Mêrsînê. Lê şahid Ozdemîr dîsa amade nebû.
Piştî Prz. Resul Tamur, parastin kir û xwest kontrola bi tedbîr a edlî ji ser muwekilê wî rabe. Heyetê piştî parastinan navber da û piştî navberê biryar da. Heyetê biryar da ku kontrola bi îmze ya mehê carekê ji ser Dogru bê rakirin û qedexeya derketina dervê welat danî ser Dogru. Heyete danişîna dozê taloq kir.