RIHA – Şaredariya Serêkaniyê ya AKP’yî li kolan û kûçeyên vala yên navçeyê “Sirûda Mehterê” dide guhdarkirin.
Ji ber êrişên Tirkiyê yên ser Rojava navçeya Serêkaniyê ya Rihayê beşek mezin vala bûye. Li kolan û kûçeyan li şûna dengê însanan dengê sirûdên nijadperest tê. Di hoparlorên Şaredariya AKP’yî ya Serêkaniyê de “sirûda mehter” û strana şer “Dombira” tê lêdan û guhdarkirin.
Li navçeyê xelkê hindik maye jî ji ber vê rewşê aciz e. Welatiyên ji van stran û sirûdan aciz in û bi dengek bilind ên stranê kurdî berteka xwe nîşan didin. Di vê kêliya welatiyan dengê stranên kurdî bi ser dengê hoperlaran dixistin ji aliyê kamerayên me ve hat kişandin.