RIHA – Operasyona ku eskerên TSK û SMO yên li ser Bakur û Rojhilatê Serêkaniyê daye destpêkirin di roja 7'an de berdewam dike. Di şerê îro li Navçeya Serêkaniya bin xetê de 20 endamên SMO û 9 eskerên TSK'ê birîndar bûn.
Hêzên Çekdar ên Tirk (TSK) û Artêşa Mîllî ya Sûriyeyê (SMO) di 9'ê Cotmehê de li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi tang, top û balafiran dest bi êrîşan kiribûn. Êrîşên TSK û MSO diroja 7'an de berdewam dikin. Di êrîşa eskerên TSK û MSO'yê ya li Bajarê Serêkaniya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de 20 endamên SMO'ê û 9 esker birîndar bûn. Esker û endamên MSO yên birîndar bûn rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Wêranşarê. Hat diyar kirin ku rewşa esker û endamên MSO yên birîndar bûne bi ambulansê birin nexweşxaneyê û rewşa wan giran e.