MÊRSÎN - Rêxistina HDP'ê ya Mêrsînê li dijî êrîşa li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê xwest daxuyaniyê bidin çapemeniyê, lê polîsan destûr neda. Piştî polisan destûr nedan, rêveberên HDP'ê li Parka Zarokên Azad dest bi çalakiya rûniştinê kirin.
Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Mêrsînê li dijî êrîşa Tirkiye ya li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê xwest daxuyaniyê bidin çapemeniyê. Endam û rêveberên HDP'ê li Parka Zarokên Azad a Navçeya Akdenîz a Mêrsînê kom bûn û xwestin daxuyaniyê bidin. Lê polîsan destûr nedan çalakiyê. Dîsa destûr nedan endam û rêveberên HDP'ê ji avahiyê derkevin. Piştî polisan destûr nedan, rêveberên HDP'ê li Parka Zarokên Azad dest bi çalakiya rûniştinê kirin. Girsê piştî demekê li vir çalakiya rûniştinê li dar xist, xwestin heta avahiya HDP'ê ya Mêrsînê bimeşin. Lê dîsa rastî astengiyan hatin. Rêveberên HDP'ê bertek nîşanî polisan dan û gotin: "Ma dijderketina şer sûc e?".