ÊLIH – Hevserokê Rêxistina HDP’ê ya Êlihê Nîzamettîn Toguç ê saleke girtî ye di danişîna doza xwe ya ewil de hat berdan.
Hevserokê Rêxistina HDP’ê ya Êlihê û Parlamenterê berê yê DEP'ê Nîzamettîn Toguç, sala par di meha cotmehê de bi îdiayên “Rêveberê rêxistinê ye” û “Propaganda rêxistinê kiriye” hat girtin. Dosyeya li Êlih û Enqereyê derbarê Toguç de cuda hatin vekirin di dosyeyekê de kirin yek û li ser vê yekê danişîna dozê li 8’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê hat dîtin.
Parêzerê Toguç Yusuf Alataş di danişînê de amade bû û Toguç ji Girtîgeha Tîpa D a Amedê bi rêya dîmen beşdarî danişînê bû. Toguç îdia û tewanbariyên li ser xwe red kir û xwest bê berdan.
BIRYARA BERDANÊ DA
Dozger xwest Toguç girtî were darizandin. Piştî parastinên hatin kirin heyeta dadgehê biryara berdana Toguç da.