AMED - Cengîz Abîş ku keça wî ji ber parvekirinên xwe yên li ser medya civakî hat binçavkirin, diyar kir ku polisan dema binçavkirinê çek xistine serê wî gefa "Ez berdim, ez berdim" lê xwarine.
Binçavkirin û girtinên ji ber parvekirinên li ser medya civakî yên têkidlarî êrîşa Tirkiyeyê ya li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê didomin. Duh di serdegirtina malan de 4 kes li Amedê hatibûn binçavkiribûn. Her çar jî piştî dayîna îfadeya xwe ya li emniyetê sewqî edliyeyê hatibûn kirin û bi şertê kontrola edlî hatibûn berdan. Bavê Berîvan Abîş a hatibû binçavkirin Cengîz Abîş diyar kir ku ji aliyê polisan ve hatiye derpkirin.
LI ERDÊ DIRÊJ KIRIN Û DERP KIRIN
Cengîz Abîş têkildarî mijarê ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re axivî û ev tişt got: "Ji ber ku mala me neditibûn polis çûbûn mala cîranê me keça min pirsîbûn û piştî vê yekê hatibûn mala me. Polisan derî şikandin û ketin mala me. Min bertek nîşanî wan da û got ku hûn çidikin li malê zarok û mêvan hene. Ji ber vê yekê polisan min li erdê dirêj kirin pêl pişta min a êşandî kirin û bi pihînan li man dan. Dema ku pihînan li min didan polisek çekê xist serê min û ji min re got ku ez berdim ez berdim.
'DU SAETAN EZIYET KIRIN'
Abîş di berdewamê de diyar kir ku polisan demeke dirêj li malê lêgerîn kirine û wiha got: "Derdora saet 04.00'an hatin û di 06.00'ân de ji mal derketin. Me nizanibû ji ber çi hatine. Em şaş man. Derî şikandin û ketin hundir û di ser de heqerat jî kirin. 2 saetan eziyeta dan me. Heta saetekî nehiştin ez ji erdê rabim û pantolonê xwe li xwe bikim."
'EV NEHEQÎ YE'
Abîş herî dawî got ku serdegirtina malan a ji ber pavekirinên medya civakî neheqî ye û dirêjkirina li erdê neyartî ye.