MÊRDÎN - Topa hewanê li gundê Xerabkort ê Qoserê ket. 4 kesan jiyana xwe ji dest dan û 12 kes jî birîndar bûn.
Topa hewanê li gundê Xerabkort ê Navçeya Qoser a Mêrdînê ket. Piştî teqînê gelek ambulans û ekîbên tenduristiyê sewqî cihê bûyerê hatin kirin. Ekîbên çûn cihê bûyer birîndar rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Qoserê. Polîs û leşkeran derdora nexweşxanê girtin.
Walîtiya Mêrdînê, derbarê bûyerê de daxuyanî da û diyar kir ku 4 kesan jiyana xwe ji dest dan û 12 kes jî birîndar bûn.
Xebatkarên çapemeniyê yên xwestin herin cihê bûyer, ji aliyê leşkeran ve hatin astengkirin.