ŞIRNEX - Şaredarê Şirnexê yê AKP'î Mehmet Yarka, ji bo piştgiriya êrîşa Tirkiyeyê ya li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, banga civîna awarte li endamên meclisa şaredariyê kir.
Şaredarê Şirnexê yê AKP'î Mehmet Yarka, ji bo piştgiriya êrîşa Tirkiyeyê ya li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ku di 9'ê Comtehê de dest pê kiribû, biryar da ku meclisa şaredariyê di 17'ê Cotmehe de bi awayekî awarte li hev kom bibe. Yarka di nivîsa ku ji endamên meclisê re şandiye de armanca civînê wiha aşkera kiriye: "Ji bo nirxandina mijara piştgiriya 'Tevgera Kaniya Aştiyê' ku ji bo bekaya welatê me dest pê kiriye"