* Serokê "Kardelen Engelliler Derneği" (Komeleya Astengdaran a Berfînê) Halîl Tonguz, aşkera kir ku ew wekî astengdar gelek tengasiyan dikişînin, dewlet pirsgirêkên wan çareser nake û ev tişt got: "Em wekî astengdar jiyaneke bê astengî dixwazin. Divê neyê ji bîrkirin ku di vê jiyanê de em jî hene."
*Elewiyên ku li Meletiyê malên wan hatin îşaretkirin, diyar kirin ku wek provakasyon şîrovekirina bûyerê di asasê xwe de tê wateya paşguhkirinê û xwestin divê demildest kiryar bên dîtin.
*Li Girtîgeha Tîpa T a Xarpêtê, 6 jinên girtî, 30 roj in li hemberî pêkanînên kêfî yên rêveberiya girtîgehê di greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger de ne. Malbatan ji bo çareseriya pirsgirêkan bang li rayedaran kir.
*Peykertraş Îsmaîl Dogan peykerê bilbilê Serhedê Dengbêj Evdalê Zeynikê çê kir. Dogan da zanîn ku ji ber Evdalê Zeynikê remz û temsîliyeta wêjeya devkî ye peykerê wî çê kiriye. Dogan got ku dibe nav û peykerên navdarên kurd bên hilweşandin, lê kes nikare çand û hunera wan ji hişê kurdan paqij bike.
*Girtiyê bi navê Şafî Kayhan ku ji Girtîgeha Ordûyê nameyek şand, got ku ji ber "li ber stranên kurdî govend gerandine" der barê girtiyan de lêpirsîn hatine destpêkirin.
*Li ser giliyê hikumxwarekî li Girtîgeha Tîpa L a Alanyayê ya der barê gotinên "Wê YPG Firatê derbas bike û tu yê jî ewêl ewêl lê binerî" ku Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş îstinadî Serokwezîrê berê Ahmet Davûtoglû de gotibû, der barê Demîrtaş de fezlekeyek hat amadekirin.
*Di lêpirsîna der barê mirina Muhammed Tahîr ê 35 rojî ku di dema qedexeya li Cizîrê de jiyana xwe ji dest da hatibû vekirin de, bi sifetê "gumanbar"iyê îfadeya dayik Sosin Yaramûşê hat wergirtin. Dozgeriyê der pêş kir ku ji ber pevçûnan ekîpmanên 112'an nikaribûne mudaxileyî pitikê bikin û biryara neşopandinê da.
*Sekretara Jin a KESK'ê Gulîstan Atasoy, diyar kir ku îktîdara siyasî di qada jîngeha kedê de dixwaze profîleke 'xebatkarên îtaatkar' çê bike. Atasoy got ku îktîdar dixwaze vê yekê bi jinan bide destpêkirin û berbelavkirin. Atasoy diyar kir ku di her cure rêbaza lêgerîna mafan de, jin bêtir bi zext û zoriyan û gefan re rû bi rû dimînin.
*Mûstafa Gazî bi navê xwe yê dîtir 'Seyda' helbestkar, bestekar û nivîskareke berhemdar. Di tevahiya jiyana xwe de wê nasnameya kurdî ya hatiye biçûkxistin ji xwe re kir xem û li hemberî polîtîkayên bişavtinê yên ji bo tunekirina kurdî dihatin sepandin têkoşiya. Seyda ku demeke dirêj ji ber nexweşîna xwe tedawî dibû, di 28'ê Mijdarê de çavê xwe li jiyanê girt.
* Bi beşdariya Hevseroka Giştî ya HDP'ê Serpil Kemalbay, Rêveberên HDP'ê Fatma Kurtulan û Ali Urkut û wekîla HDP'ê Sibel Yigitalp dê bi hevkariya DİSK, KESK, TMMOB û TTB’ê li Salona Civînê ya Teoman Ozturk yê ÎMO foruma “Hêzên Ked û Demokrasiyê OHAL'ê niqaş dikin." pêk tîne. (10.20)
* Parazvanên mafên mirovan, ji bo kuştina Tahir Elçî şermezar bikin dê ji Qada Taksimê heta Qada Galatasarayê bimeşin. (11.30)
* Dayikên Şemiyê dê di hefteya 662'am de li Qada Galatasarayê çalakiya "Fail diyar in, kuştî li ku ne" pêk bîne. (12.00)
* Kordînasyona Bajar a TMMOB dê li Odeya Endezyarên Makîneyan (MMO) ya Amedê "Rapora Sûrê" aşkere bike. (12.00)
* ÎHD û xizmên windayan dê çalakiya “Bila winda bên dîtin kujer bên darizandin" di hefteya 460'an de çalakiya xwe li şaxa ÎHD'ê berdewam bike. ( 12.00)
* Şaxa ÎHD'ê ya Îzmirê dê di hefteya 409'an de ji bo balê bikişîne ser windayan û rewşa girtiyên nexweş dê çalakiya xwe ya heftane berdewam bike. (13.00)
* Berdevkê HDP'ê Ayhan Bilgen dê li salona Mehrê ya Yenîşehîrê beşdarî panela "Ne OHAL em demokrasiyê dixwazin" bibe. (13.00)
* Komîsyona Girtîgehan a ÎHD'ê ya Amedê dê çalakiya "Rûniştina F" di hefteya 297'an de li Qada Galatasarayê berdewam bike. (13.30)
* Çalakiya karker Mahîr Kiliç a "Ez karê xwe paşve dixwazim" di roja 20'an de li Îzmirê berdewam dike. Karkerên hevalên wî dê ji bo piştgiriyê daxuyaniyê bidin. (14.00)
* Li dijî girtina rojnameger, parêzer û akademîsyenan dê li qada Mehmet Ayvalitaş ya Kadikoyê meş bê lidarxistin. (14.00)
* Xebatkarênk TV10’ê dê ji bo televîzyona wan bê vekirin li qada Galatasarayê çalakiya xwe berdewam bikin. (14.00)
* Çalakiya Kolana Yukselê ya "Em karê xwe paşve dixwazin" dê di roja 389'an de li qada Yukselê berdewam bike. (13.30/18.00)
* Înîsiyatifa Ji Girtiyên Nexweş re Azadî ya Enqereyê dê li pêş Şaxa ÎHD'ê ya Enqereyê daxuyaniyê bide çapemeniyê. (18.30)