QSD’ê bîlançoya şer a 14’ê Cotmehê eşkere kir

  • rojane
  • 20:15 14 Cotmeh 2019
  • |
img
 
NAVENDA NÛÇEYAN - QSD’ê bi daxuyaniyek encama şerê li seranserî xeta sinor ya ji şevê din heya niha eşkere kir. QSD’ê diyar kir ku ji şevê din ve 78 endamên OSO û esker hatine kuştin û 20 endamên QSD'ê û 15 sivîlan jiyana xwe ij dest dane. 
 
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya QSD`ê bi daxuyaniyekê encamên şerê 14`ê Cotemê diyar kir.
 
 
GIRÊ SPΠ
 
QSD'ê anî ziman ku di şerê 14'ê Cotmehê de endamên OSO û esker ji du aliyan ve êrîşên berfireh li dijî bajêr pêk anî û wiha got: "Bi hezaran şervan bersiva êrîşên wan didin. Balafiran bêserûber tevahî bajar topbaran û bombebaran kir. Di encama şerê ku ji duh saetên sibê ve destpê kir gelek êrîşkar hatin kuştin. Di encama şerên dijwar, topbarana balafirên şer, li gel balafirên keşfê ji duh di saetên piştî nîvro ve têkilî bi gurûpeke şervanên me re qut bûye. Li eniya bajarokê Eyn Îsa komên terorîstan bi destekdayîna şaneyên veşartî xwe gihandin nêzî kampa Eyn Îsa ku hejmareke mezin ji malbatên DAIŞ`ê têde ne. Di navbera wan û şervanên me de şer derket. Tevlîhevî di kampê de derket û ji ber wê hejmareke ji malbatên DAIŞ`ê ji kampê reviyan." 
 
SILÛK 
 
QSD'ê da zanîn ku duh piştî nîvro piştî ku eskerên TSK'ê bajarok topbaran û bombebaran kir bi tank û topan û bi hezaran eskeran êrîşî bajarok kir û wiha got: "Di hundirê bajarok de şer derket. Di navbera hêzên me û komên wan de li gundê Nis Tel dema dagirkeran hewl dan pêşve biçin û hêzên me bersiva wan, şer derket û neçar man paşde biçin. Piştî van şeran herêm bi temamî hat bombebarankirin û topbarankirin. Li eniya gundê Sikeriyê di navbera hêzên me û wan de şer derket. Li dijî wan du çalakî hatin lidarxistin. Di encama wan de li eniya Sikeriyê 10 eskerên wan hatin kuştin, 3 alavên leşkerî hatin teqandin û gelek çek û cebilxane hatin desteserkirin. Li eniya Girê Spî endamên wan kemînek li pêşiya ambulansa ku birîndarên sivîl radikirin danîn, xebatkarên tenduristiyê hatin revandin, heta niha aqûbeta wan ne diyar e" 
 
DÊRIK 
 
QSD'ê diyar kir eskerên TSK'ê bi balafirên şer û balafirên keşfê gundê Xirab Reşkê, Birkê û Rîhanîkê kir hedef û 3 sivîlên gundên navborî jiyana xwe ji dest dan û wiha got: "Hêzên me bersiva jêdera topbaran dan û li dijî nuqteyên TSK'ê û alavên wan ên eskerî çalakî kirin. Di encama wê de herî kêm 3 kuştî çêbûn. Tê gotin ku sîxurên cîhazê  MÎT di nava wan de bûn û erebeyeke leşkerî hate teqandin.
 
AMÛRÊ 
 
Gundên Amûdê û Dirbêsiyê ji aliyê eskerên TSK'ê ve têne topbarankirin. Hêzên me jî bersiva wan didin.
 
SERÊKANIYÊ 
 
QSD'ê têkildarî reqşa Serêkaniyê jî agahi dan û wiha got: "Hêzên me bi çalakiyên taybet li terorîstên di taxa pîşesazî zîvirîn û 8 ji wan kuştin. Yên mayî jî reviyan û taxa pîşesazî bi temamî ji wan hat rizgarkirin. Eskerên wan hewl dide li dergeha sînor û gundê Til Helef pêşde biçe. Di navbera hêzên me û dagirkeran de şer derket û ew paşde xistin. Duh di saetên êvarê de karwaneke sivîlên dijî şer derbasî bajêr bûn da ku banga rawestendana şer bikin, ji aliyê balafirên keşfê yên Tirkiyê ve hate bombebarankirin. Di encama êrîşa hovane de komkujiyek li dijî sivîlan pêk hat di encama wê de 12 sivîl şehîd bûn û 64 jî bi giranî birîndar bûn.
 
KOBANΠ
 
Gundên Kobanî ji aliyê baregehên artêşa Tirk a dagirker ve li gundê Sift hatin topbarankirin. Hêzên me bersiv da. Hêzên me bersiva gulebarana ku ji aliyê deriyê Murşid Pînar ve di aliyê Kobanê de dihat kirin, da. Di encama wê de 3 leşkerên artêşa Tirk hatin kuştin. Ji şevê din û heta van kêliyan di encama şerê li seranserî sînor 20 şervanên me û 15 sivîl şehîd bûn, her wiha 58 şervan û 64 sivîl jî birîndar bûn. Hêzên me teqez kirin ku 78 endamên OSO û eskerên Tirkiyeyê hatin kuştin 28 jî birîndar bûn." 
 
 
 
 
 

Sernavên din

18:28 Malbatên zarokên wan di şer de jiyana xwe ji des dan şin danin
17:21 Meclîsa Ciwanan a HDP'ê: Bila endamên me bên berdan
16:36 HDP'ê girtina hevşaredar Kurt û Yacan şermezar kir
16:26 Li Dêrikê jin ji bo 25’ê Mijdarê li hev kom bûn
16:05 Rêveberê HDP'a Antalyayê hat binçavkirin
16:02 Rojnameger Kîbriye Evren hat berdan
16:01 ÎHD: Li Egeyê nêzî 14 hezar binpêkirinên mafan qewimîn
15:56 Bersûm: Tirkiye bi êrîşan DAIŞ'ê zindî dike
15:22 17 endamên Meclîsa Nûneran ji Trump xwestin ku ziyareta Erdogan betal bike
15:08 Çakar a polîsan tacîzî wê kir serî li ÎHD’ê da
15:08 Polîsên Alman 2 jê Tirk 3 DAÎŞ'î binçav kirin
14:51 Di 300 rojan de 1012 lêpirsîn
14:44 Dewriya Tirkiyê gule li sivîlan reşand: Gelek kes birîndar bûn
14:30 Nûçegihanê Ronahî TV birîndar bû
14:11 'Baxçeyê Milet' ya li ser goristinên Suryanî û Ermeniyan hat çêkirin bir Meclîsê
13:57 'Kurdên Xorasanê li pişta rojavayiya ne
13:47 Temellî: Li Amerîka û Rûsyayê li çareseriyê negere, çareserî li Îmraliyê ye
13:39 Dîsa leşkerên rûs û tirk bi şermezarinê pêşwazî kirin
13:19 HDP: Gelo dixwazin dosyaya Kadirova bigirin?
13:14 Zilamê ku pere jê xwest tundî lê kir
12:34 Li Îzmîrê 12 kes hatin binçavkirin
11:57 Birayê Çetîn ê silava eskerî da tayînî Şaredariya Wanê kirin
11:56 Danişîna Hevseroka KCD’ê Guven wê sibê bê dîtin
11:30 Nûçegîhana JINNEWS Melîke Aydin hat binçavkirin
11:19 Îşkence li ciwanên HDP’ê yên dibin çavan de kirin
11:14 ‘Em ê li dijî zextan bi biryarî li ber xwe bidin’
11:14 Li ser bertekên zêde Şaredariya Artûklûyê tabeleya pir zimanî dîsa daleqand
10:52 Parêzerên Ocalan ji bo biçîn Îmraliyê dîsan serlêdan kirin
10:52 KNK ji bo yekîtiya neteweyî şandeyekê dişîne Başûr û Rojavayê Kurdistanê
10:33 Budçe têra Wezareta Karên Hundir nake
10:26 'Şer aboriya me têk dibe’
10:25 Nesrîn Nas: Rewşa mirovan a hilberînê nema ye
09:48 Li Amedê rêxistinên jinan ji 25’ê Mijdarê re amadene
09:45 Polîsan Rojnameger Ruken Demîr binçav kirin
09:23 Serokê SUDEF’ê Turker: Qet nebe hurmetê nîşanî miriyan bidin
09:23 Wekîlê CHP'î Şeker: Sûcên şerî wê derkevin pêşberî Tirkiyeyê
09:23 Li Artûklûyê plana nû ya ji bo îmar û revîzyonê: Tê gotin bi tayînkirina qeyûm gef hatiye xwarin
09:22 15 meh in li dijî JES'an têdikoşin
09:21 Firoşkar pir in, lê kiryar nînin
09:21 37 sal şûnde hevpeyvînek bi Yilmaz Guney re derket holê
09:21 Wê kurdên Xorasanê 'Pêşbirka Wêjeyê ya Milwarî' li dar bixin
09:20 Genimê 9 hezar sal berê diçîne
09:18 Lêpirsîna derbarê kuştina şivan Sertîp Şen hîn jî temam nebûye
09:00 ROJEVA 12'Ê MIJDARA 2019'AN
11/11/2019
23:59 Du endamên meclîsê yên HDP'î hatin girtin
23:59 Xwendekarekî dawî li jiyana xwe anî
22:36 Hevşaredarên Rêya Armûşê hatin girtin
20:53 Berdevkê Koalîsyona Dijî DAIŞ'ê: Hevkariya me ya bi QSD’ê re didome
17:02 Trûmp nameyeke din ji Erdogan re şand
16:57 Li Begiriyê mêvanxane û pirtûkxaneya jinan hat vekirin
16:49 HDP: Îşkenceya li endamê partiya me tê kirin bi lez bi dawî bikin
16:18 Di teqînên Qamişloyê de 3 kesan jiyana xwe ji dest dan û 5 kes birîndar bûn
16:17 Gelê Şehbayê ji bo 5 endamên QSD'ê merasim li dar xistin
16:14 Piştî bi hepsa malê hat berdan mehek şûnde dîsa hat binçavkirin
16:05 Dema binçavkirina ciwanên HDP’yî hat dirêjkirin
15:53 Malbata Îbrahîm Çelîk ê HPG'yî mewlîd da
15:49 KESK: Dawî li polîtîkaya qeyûman bînin
15:46 DAIŞ'iyê DYA'yî di navbera Tirkiye û Yunan de asê ma
15:10 Li Şemrexê jin li dijî tundiyê li hev civiyan
15:04 Karkerên Elya Centerê: Karkerên înşaetê ne kole ne
14:45 Kesê mirî hat dîtin sîxurê berê yê îngilîz e
14:32 Koalisyona Navneteweyî û QSD dê civina hevpar pêk binin
14:27 Ji jinên girtî re kartên piştevaniyê şandin
14:24 Li Serêkaniyê û Girê Sîp sîvîl tên revandin
14:23 Li herêma ku ji çûyîn û hatinê re hatiye girtin operasyona leşkerî didome
14:09 Kurtulan: AKP bûye pêlîstoka DYA’yê
14:07 Hevşaredaren Rêya Armûşê derxistin edliyeyê
13:55 10 sal cezayê girtîgehê li polîsê Mazlûm Tûran ê 16 salî kuşt hat birîn
13:27 Esad: Neyarê me Erdogan û polîtîkayên wî ne
13:05 Mexmûr 118 roj in di bin dorpêçê de ye
12:25 Prof. Dr. Mumtaz Soysal jiyana xwe ji dest da
12:11 Endamên Meclisa Ciwanên HDP'ê 4 rojin di bin çavan de ne
12:11 Ji Mizrakli name: Ji bo edaletê banga têkoşînê dikim
12:10 Li Sûrê 850 zarokî 'Pîrê û Rovî' temaşe kir
11:49 Pirtûkên xwendin û nivîsandina Kurdî rastî eleqeyek mezin hat
10:59 Lêpirsîna Hevşaredarên Rêya Armûşê ya li Midûriyeta Polîsan bi dawî bû
10:48 Ji ber krîza aborî tenê li ser daxwazê tembûran çê dike
10:47 Li Heskîfê wesayîta leşkerî qelibî: 7 birîndar hene
10:22 Gelê Til Rifatê êrîşên Tirkiyeyê şermezar kir
09:25 Danişîna doza Rojnameger Evren dê sibê bê dîtin
09:08 Li Baxçeyên Hevselê û Çemê Dîcleyê wextê payizê ye
09:07 Di serdegirtina malê de hat kuştin, di du salan de 3 daneşîn hatin dîtin'
09:06 'Tirkiye min bişîne Sûriyeyê jî ez ê dîsa birevim'
09:00 Koçyîgît: Di 4-5 mehên pêş de dê AKP bikeve pêvajoya jihevketinê
09:00 Hinceta redkirina serlêdanên meleyên ixrackirî: Lîsteya 'îxbarê' ya ji serokên AKP-MHP'ê pêk tê
09:00 Işik: Ji bo yekîtiya neteweya Kurd berpirsiyarî dikeve ser milê her kurdî
09:00 Goristana suryan û ermenan kirin 'Baxçeyê Millet'
09:00 ROJEVA 11'Ê MIJDARA 2019'AN
10/11/2019
19:04 Ciwanên HDP’î yên di bin çavan de dest bi greva birçîbûnê kirin
18:38 Di serdema AKP'ê de betalî ji sedî 497 zêde bû
17:53 Li Silûk û Ezazê teqîn: 9 kes mirin û 20 kes birîndar bûn
17:14 Tiryakî: Em dê qedera gelê xwe biguherin
16:24 Xwendekaran li dijî rêzefîlmên Tirk belavok belav kirin
16:15 Mamoste ji bo mafê xwe daketin qadan
16:06 Aykol û Ondeş li TUYAP'ê bi xwînerê xwe re hatin cem hev
14:48 Temellî: Ji para Kurdan re gule û ji para Tirkan re siyanur ma
14:11 Gunay: Yê ku Kurdan li dijî şer biparêze yekîtî ye
13:42 103 kesên di komkujiya GAR'ê de hatin kuştin di meha 49'an de bibîr anîn
13:26 Fermandarekî ji Artêşa Sûriyeyê: Ji jor fermana lê xin ji mere nehatiye
12:25 Walîtiyê 15 herêmên bejahiya Silopiyayê li sivîlan qedexe kirin