QSD’ê bîlançoya şer a 14’ê Cotmehê eşkere kir 2019-10-14 20:15:52     NAVENDA NÛÇEYAN - QSD’ê bi daxuyaniyek encama şerê li seranserî xeta sinor ya ji şevê din heya niha eşkere kir. QSD’ê diyar kir ku ji şevê din ve 78 endamên OSO û esker hatine kuştin û 20 endamên QSD'ê û 15 sivîlan jiyana xwe ij dest dane.    Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya QSD`ê bi daxuyaniyekê encamên şerê 14`ê Cotemê diyar kir.     GIRÊ SPΠ   QSD'ê anî ziman ku di şerê 14'ê Cotmehê de endamên OSO û esker ji du aliyan ve êrîşên berfireh li dijî bajêr pêk anî û wiha got: "Bi hezaran şervan bersiva êrîşên wan didin. Balafiran bêserûber tevahî bajar topbaran û bombebaran kir. Di encama şerê ku ji duh saetên sibê ve destpê kir gelek êrîşkar hatin kuştin. Di encama şerên dijwar, topbarana balafirên şer, li gel balafirên keşfê ji duh di saetên piştî nîvro ve têkilî bi gurûpeke şervanên me re qut bûye. Li eniya bajarokê Eyn Îsa komên terorîstan bi destekdayîna şaneyên veşartî xwe gihandin nêzî kampa Eyn Îsa ku hejmareke mezin ji malbatên DAIŞ`ê têde ne. Di navbera wan û şervanên me de şer derket. Tevlîhevî di kampê de derket û ji ber wê hejmareke ji malbatên DAIŞ`ê ji kampê reviyan."    SILÛK    QSD'ê da zanîn ku duh piştî nîvro piştî ku eskerên TSK'ê bajarok topbaran û bombebaran kir bi tank û topan û bi hezaran eskeran êrîşî bajarok kir û wiha got: "Di hundirê bajarok de şer derket. Di navbera hêzên me û komên wan de li gundê Nis Tel dema dagirkeran hewl dan pêşve biçin û hêzên me bersiva wan, şer derket û neçar man paşde biçin. Piştî van şeran herêm bi temamî hat bombebarankirin û topbarankirin. Li eniya gundê Sikeriyê di navbera hêzên me û wan de şer derket. Li dijî wan du çalakî hatin lidarxistin. Di encama wan de li eniya Sikeriyê 10 eskerên wan hatin kuştin, 3 alavên leşkerî hatin teqandin û gelek çek û cebilxane hatin desteserkirin. Li eniya Girê Spî endamên wan kemînek li pêşiya ambulansa ku birîndarên sivîl radikirin danîn, xebatkarên tenduristiyê hatin revandin, heta niha aqûbeta wan ne diyar e"    DÊRIK    QSD'ê diyar kir eskerên TSK'ê bi balafirên şer û balafirên keşfê gundê Xirab Reşkê, Birkê û Rîhanîkê kir hedef û 3 sivîlên gundên navborî jiyana xwe ji dest dan û wiha got: "Hêzên me bersiva jêdera topbaran dan û li dijî nuqteyên TSK'ê û alavên wan ên eskerî çalakî kirin. Di encama wê de herî kêm 3 kuştî çêbûn. Tê gotin ku sîxurên cîhazê  MÎT di nava wan de bûn û erebeyeke leşkerî hate teqandin.   AMÛRÊ    Gundên Amûdê û Dirbêsiyê ji aliyê eskerên TSK'ê ve têne topbarankirin. Hêzên me jî bersiva wan didin.   SERÊKANIYÊ    QSD'ê têkildarî reqşa Serêkaniyê jî agahi dan û wiha got: "Hêzên me bi çalakiyên taybet li terorîstên di taxa pîşesazî zîvirîn û 8 ji wan kuştin. Yên mayî jî reviyan û taxa pîşesazî bi temamî ji wan hat rizgarkirin. Eskerên wan hewl dide li dergeha sînor û gundê Til Helef pêşde biçe. Di navbera hêzên me û dagirkeran de şer derket û ew paşde xistin. Duh di saetên êvarê de karwaneke sivîlên dijî şer derbasî bajêr bûn da ku banga rawestendana şer bikin, ji aliyê balafirên keşfê yên Tirkiyê ve hate bombebarankirin. Di encama êrîşa hovane de komkujiyek li dijî sivîlan pêk hat di encama wê de 12 sivîl şehîd bûn û 64 jî bi giranî birîndar bûn.   KOBANΠ   Gundên Kobanî ji aliyê baregehên artêşa Tirk a dagirker ve li gundê Sift hatin topbarankirin. Hêzên me bersiv da. Hêzên me bersiva gulebarana ku ji aliyê deriyê Murşid Pînar ve di aliyê Kobanê de dihat kirin, da. Di encama wê de 3 leşkerên artêşa Tirk hatin kuştin. Ji şevê din û heta van kêliyan di encama şerê li seranserî sînor 20 şervanên me û 15 sivîl şehîd bûn, her wiha 58 şervan û 64 sivîl jî birîndar bûn. Hêzên me teqez kirin ku 78 endamên OSO û eskerên Tirkiyeyê hatin kuştin 28 jî birîndar bûn."