ŞAHBA - Bi sedan xwendekarên Efrînê derketin qadan û êrîşên Tirkiyeyê yên li ser axa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi meşeke girseyî şermezarkirin.
Xwendekarên Efrînê yên di di êrîşên li dijî Efrînê de warên xwe vala kirin û li Şehbayê xwendina xwe didomînin, li dijî êrîşên Tirkiyeyê a li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji navçeya Ehdes ya Şehbayê ber bi Gundê Maratê ve meşiyan. Xwendekaran bi diruşmeya "Dagirkerî û gefên Erdogan li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê berdewamiya Komploya 9’ê Cotmehê ya li ser Rêber Apo ye", "Welat welatê me ye","Na ji dagikeriya Osmaniya nû re" û "Kurd, Ereb, Aşûr, Suriyan, Çerkez, Tirkmen û Ermen her bijî civaka demokratîk" ber bi Gundê Maratê ve meşiyan. Li Gundê Maratê piştî deqeyeke rêzgirtin, bi zimanê Kurdî û Erebî ji xwendekar Sîlvana Haşim û endama Komîteya Perwerdeya Civaka Demokratîk Valantîne Welo daxuyanî dan.
Daxuyaniya xwendekaran wiha ye: “Şoreşa Rojava û Bakurê Sûriyeyê ev neh sal in li hemberî hovîtiya dagirkeriyê û hemû komên çete bi hemû pêkhateyên xwe û gelên li herêmê ve li ber xwe dide. Di encama êrîş û şerê neh salan de bi sed hezaran kesên sivîl cih û warên wan hatine koçkirin. Mal û milkên wan hatine talankirin, bi deh hezaran sivîl hatine qetilkirin, windakirin û birîndarkirin. Gelên Kurd, Ereb, Ermen û Tirkmen li hemberî vê hovîtî, qirkirin û talankirinê bi vîneke hevpar, ji Efrînê heta Helebê, Minbicê, Kobanê û Dêrîkê ji bo xaka xwe li ber xwe didin û wê bi ser bikevin.”
Piştî daxuyaniyê meş bi dirûşmeyên silavkirina gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi dawî bû.