SILÊMANÎ - Berpirsê PDK’ê yê Herêma Silêmaniyê Ethem Barzanî, mikûr hat ku Tirkiye ji Şekîf heya Batûfayê herêmeke mezin a Başûr dagirkiriye û got: “Eger Tirkiye tişta ku li Rojava dixwaze bidest bixe, yeqîn dikim ku wê di qonaxa duyemîn de hinek herêmên din yên Başûrê Kurdistanê dagir bike.”
Berpirsê PDK’ê yê Silêmaniyê Ethem Barzanî têkildarî armanca Tirkiye ya li ser Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û armanca wê ya Başûrê Kurdistanê peyamên girîng da. Peyama bi dîmen a Barzanî li ser gelek malper û hesabên medya civakî hate parvekirin. Barzanî li xwe mikûr hat ku beşeke zêde ya Başûrê Kurdistanê dibin dagirkeriya Tirkiye de ye û ev yek jî metirsiyeke cidî li ser pêşeroja Başûr çêdike. Ethem Barzanî da zanîn ku eger Tirkiye tişta dixwaze li Rojava bidest bixe û encam bigire, metirsî heye ku di qonaxa duyemîn de hinek cihên din yên Başûrê Kurdistanê dagir bike û wiha got: “Weke Kurdekî Başûrê Kurdistana tirsa min ewe ku eger Tirkiye li Rojavayê Kurdistanê encam bigire, metirsî heye ku di qonaxa duyemîn de berê xwe bide hinek cihên din yên Başûrê Kurdistanê.”
Barzanî, mihuk hat û got: "Ji xwe beşeke zêde ya Başûr dibin dagirkeriya Tirkiyê de ye. Beşeke zêde ya xaka Başûrê Kurdistanê jî dagirkiriye. Lê Tirkiye vêya li Başûr bi bêdengî pêkanî. Ji çiyayê Şekîf heya sînorên çiyayên Rojhilatê Kurdistanê, yanî li ser sînor li gel Îran heya digihije mintiqa Batufa, Zaxo û Duhokê tev dagirkiriye. Dagirkeriya Tirk li Rojava bû rojev û herkes dît, lê li Başûr nekete rojevê û bi bêdengî kir. Yeqîn dikim eger li Rojava encam bigire, wê berê xwe bide Başûrê Kurdistanê.”