MÊRDÎN – Dema binçavkirina siyasetmedarên li Mêrdîn û navçeyên wê hatibûn binçavkirin hat dirêjkirin. Hat ragihandin ku di binçavan de ji li hin kesan zext tû tehdîta bibin şahidên nepen li ser wan tê kirin.
Piştî Tirkiyê dest bi êrîşa li dijî Rojava kir, li Mêrdîn û navçeyên wê di 10 û 11’ê cotmehê de bi ser malên gelek siyasetmedaran de hatibû girtin û bi hêncetên “gel wê arasteyî kîn û dijminahiyê bikin” û “propaganda rêxistinê kirine” hatibûn binçavkirin. Binçavkirî li Miduriyeta Polîsan a Mêrdînê tên ragirtin.
GEFÊN MIRINÊ LI WAN DIXWIN
Li gorî agahiyên hatin bidestxistin; siyasetmedaran bêyî parêzerên dibin “odeyên mulakatê” îfadeyên wan digirin û siyasetmedar bi çêr û heqaretan re rû bi rû dimînin. Hat zanîn ku polîs zextên siyasetmedar bibin şahidên nepen li wan tê ferzkirin û siyasetmedar bi gefên kuştinê re hevrû dimînin.