EDENE - Parêzvanên mafên mirovan û rojnamegeran, rojnameger Kadrî Bagdu ê ji aliyê DAIŞ'ê ve hat kutin li ser gora wî ew bibîr anîn.
Parêzvanên mafên mirovan û rojnamegeran, rojnameger Kadrî Bagdu yê di 14'ê Cotmeha 2014'an de li Navçeya Seyhan a Rihayê ji aliyê DAIŞ'ê ve hat kuştin, li ser gora wî ew bibîr anîn. Di bîranînê de parêzerê malbatê Tugay Bek, endam û reveberên ÎHD'ê û hempîşeyên Bagdu yên rojnameger amade bûn. Di bîranînê de diyar kir ku tevî hemû delîlan dosya Bagdu hat girtin û cinayetê dosyayê nediyar hiştine. Hevjîna Kadrî Bagdu Şemsa Bagdu jî xwest demek berî demekê kujer bên dîtin û darizandin û wiha got: "Di êrîşa li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de welatiyên sivîl û rojnameger hatin kuştin. Bila rojnameger ne bên girtin û ne jî bên kuştin. Bila ev şer bi dawî bibe.
Parlamentera HDP'ê ya Edeneyê Tulay Hatîmogullari jî di şexsê Bagdu de hemû rojnamegerên hatin kuştin bibîr "Ger ku kujerê Kadrî Bagdu bê dîtin, wê bê wateya ku îktîdara heyî ya Tirkiyeyê hesap ji DAIŞ'ê bipirse. Lê dema em operasyona dersînor dinerin, em dibînin ku qet tu eleqeya hesabpirsîna bi DAIŞ'ê re tune ye. Em bi îktîdara ku DAIŞ'ê diparêze re rû bi ru ne."
Nûnerê Herêma Akdenizê yê ÎHD'ê Prz. Yasemin Dora Şeker jî anî ziman ku heta niha kujer nehatine dîtin û darizandin û polîtîkayên bêcezakirinê pêş dixin. Şeker, anî ziman ku kuştina Bagdu mînaka bêcezahiştina kujeran a li Tirkiyeyê ye.
Piştî axaftinan Bagdu li ser gora wî ya Goristana Kuçukoba bi qurnefilan bibîr anîn û Rojnameya Yenî Yaşamê danîn ser gora wî. Dema Bagdu bibîr anîn, polîsan dora goristanê bi maşîneyên zirxî dorpêç kirin.
Piştî bîranînê Serokê Komeleya AYKAY-DER'ê Mehmet Mirza Koklî, diyar kir ku wê di şexsê Kadri Bagdu de têkoşîna hemû kesên ji bo aştî, demokrasî û azadiyê jiyana xwe ji dest dane berdewam bikin.
Xebatkarê Rojnameya Yenî Yaşamê Murad Karakaş jî Bagdu bibîr anî û destnîşa kir ku ewê heta dawî têşoşîna heqîqetê bidin.