AMED – Li Amedê wesayîtek qulipî, 2 kesan jiyana xwe ji dest dan û 4 kes jî birîndar bûn.
Li ser rêya Amed û navçeya Wêranşar a Rihayê qeza çêbû. Di qezaya rû da de Menîce Cîn a 45 salî û Hatîce Cîn a 10 salî jiyana xwe ji dest dan.
Ajokar Hakki Cîn (43), Esra (16), Eylul (7) û Dilşa Cîn (60) ên di wesayîtê de bûn birîndar bûn. Ambûlansên hatin cihê qeza birîndar rakirin nexweşxaneyên cuda yên Amedê. Hat diyar kirin ku rewşa Dilşa Cîn a birîndar giran e.