NAVENDA NÛÇEYAN - Şaxa Sendîkaya Parêzeran a Hewlêrê, êrîşên Tirkiyeyê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şermezar kirin û piştgiriya xwe ji bo gelên Bakur û Rojhilatê Suriyeyê anîn ziman. Parêzeran, diyar kirin ku êrîşên Tirkiyeyê sûcê şer e.
Şaxa Sendîkaya Parêzerên Herêma Kurdistan Federe ya bajarê Hewlêrê, debarê operasyon û êrîşên Tirkiyeyê yên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de daxûyaniya da çapemeniyê. Daxuyanî li ber avahiya Edlî ya Hewlêrê hat lidarxistin û gelek parêzer beşdarî daxuyaniyê bûn.
Serokê Şaxa Sendîkaya Parêzerên Hewlêr a Herêma Kurdistana Federe Eyad Kakeyî daxûyanî xwend. Kakeyî, diyar kir ku ev çend rojin dewleta Tirk bi binpêkirinên giştî yên dijî yasa û mafê mirovan, li dijî Rojavayê Kurdistanê dagirkerî daye dest pê kirin.
Kakeyî bal kinda ser êrîşan û wiha got: "Em weke parêzeran nerazîbûna xwe tînin ziman û bang li welatên cîhanê dikin ku bila ne tenê bi daxuyaniyan piştgiriya Rojavayê Kurdistanê bikin. Divê bi pratîkê bikin. Ev êrîşên Tirkiyeyê sûcê şer in û cenosîde. Meclîsa Asayîş û Neteweyên Yekbuyî jî li ser êrîşên Rojavayê Kurdistanê xwedî bijardene. Ji bo vê pêwîste peywira xwe demildest pêk bîn in.”