ENQERE– Dadgehê biryara xwe ya der barê doza Nûriye Gulmen, Semîh Ozakça û Acûn Karadag de daxuyand. Dadgehê biryara tehliyeya Gulmenê û beraeta Ozakça û Karadag da.
Dadgehê biryara xwe ya der barê doza ku Nûriye Gulmen, Semîh Ozakça û Acûn Karadag de daxuyand. Acûn Karadag û Semîh Ozakça li eywana danişînê û Nûriye Gulmen jî ji Nexweşxaneya Numûneyê bi riya SEGBÎS'ê beşdarî danişînê bû. Heyeta dadgehê di biryara xwe de bi tawanbariya "endamtiya rêxistinê" 6 sal û 3 meh ceza û tehliyeya Gulmenê da û biryara beraeta Ozakça û Karadag da.