STENBOL – Hevserokên partiyên siyasî û hevberdevkên rêxistinên civakî, li dijî şerê ku Tirkiyeyê li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê daye destpêkirin daxuyani dan û diyar kirin ku ev şer li dijî destkeftiyên jinan û Kurdan e û ew tu carî vî şerî qebûl nakin. Jinan diyar kirin ku ew ji şer û dagirkeriyê re dibêjin na.
Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan di 9'ê Cotmehê de biryara operasyonê îlan kir. Pişt re TSK û OSO bi hevre li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi tang, top û balafirên şer dest bi êrîşê kirin. Şerê li ser axa Bakur û Rojhilatê Sûriye di roja 6'an de didomin. Hevseroka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervin Buldan, Berdevka Meclîsa Jinan a HDP'ê Dîlan Dirayet Taşdemîr, Hevberdevka Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Gulistan Kiliç Koçyîgît, Hevberdevkên Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP), Partiya Avakirina Ji Nûve Sosyalîst (SYKP), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Partiya Şoreşger, Partiya Pêşeroja Çep û Kesk û Platforma Piştevaniya Sosyalist (SODAP) û Malên Gelan bi hevre xwestin li Otela Taksim Hillê daxuyaniyê bidin çapemeniyê. Lê polîsan bi hinceta "Qeymeqam qedexe kiriye" destûr nedan. Li ser vê yekê Hevserokên partiyan û hevberdevkên rêxistinên civakî li Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD ya Stenbolê daxuyanî dan. Jinan li salona ÎHD'ê pankarta “Jin ji şer û dagirkeriyê re dibêjin na" Di daxuyaniyê de gelek nûnerên jinan amade bûn.
‘HIŞMENDÎ NEGIHIŞT ARMANCA XWE'
Li ser navê jinan Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Buldan daxuyaniya hevpar xwend. Buldan, diyar kir ku şerê Sûriyeyê yê di sala 2011'an de dest pê kir û 8 salin didome, li pey xwe xerakirin, talan, wêrankirin û koçberî hniştiye û wiha got: “Em li herêmê bûn şahidê hovîtî û talankirina çeteyên wekî IŞID, OSO, El-Nusrayê. Li talaniya gelan xistin, talan kirin û wêran kirin. Bi sed hezaran mirovan jiyana xwe ji dest dan û bi milyonan mirov ji cih û warên xwe koç kirin. Bajarên herî qedim ên Rojhilata Navîn ser û bin kirin. Di sedsala 21’an de bazara jinên koleyan ava kirin. Li dijî jin û zarokan sûcê li dijî mirovahiyê kirin. Ev hişmendiya li dijî mirovahî û jinan sînor derbas kirin û li cîhanê belav bûn û komkujiyên mezin kirin. Henû cîhan şahidê vê komkujiya wan e. Ev hişmendî negîhişt armanca xwe. Ji ber ku li dijî vê hişmendiya tarî di serî de gelê Kurd û gelê Rojava, Bakur û Rojhilatên Sûriyeyê â enternasyonalistên ji çar aliyê cîhanê hatin li dijî dijminê mirovahiyê têkoşiyan û ew têk birin."
'EV DAGIRKERÎ LI DIJÎ DESTKEFTIYÊN KURD Û JINAN E'
Buldan, anî ziman ku ji bo îktîdara AKP'ê temenê xwe yê tek diçe dirêj bike û ser krîza aborî û siyasî veşêre, serî li van polîtîkayan dide. Buldan, anî ziman ku polîtîkayên AKP’ê destkeftiyên gelê Kurd, Ereb, Suryaniyan û jinan dikin hedef û wiha axivî: "Parastina jiyana hevpar a aştiyane û demokratîk a şoreşa jinê dike hedef. Dîsa bi vî şerî kampên DAIŞ'ê dikin hedef û deriyê girtîgehên DAIŞ'ê vekiriye û bi sedan DAIŞ'î dane revandin. Dîsa Sekretera Partiya Pêşeroja Suriyeyê Hevrîn Xelefin qetil kirin. Lê çapemeniya girêdayî AKP'ê gotin ‘Bi operasyona serkeftî bê tesîr kirin' û bi cîhanê re parve kirin. Îktîdara AKP-MHP'ê u hemû pişttekên şer, sûcê şer dikin. Dîsa bê fikar hevkariya DAIŞ'ê dikin. Ev hewldana dagirkeryê li dijî destkeftiyên jinan û gelê Kurd e."
Buldan, herî dawî destnîşan kir ku wê li dijî vê hewldanê rawestin û van polîtîkayên şer û dagirkeriyê qebûl nakin. Buldan, bang li AKP’ê û partiyên din kir û xwest nebin perçeyê şerê qirêj. Buldan, destnîşan kir ku ger bibin perçeyê şerê qirêj wê zerarê bide yekîtiya gelê Kurd û Tirk a dîrokî. Buldan, bang li jinan û hemû gelê Tirkiyeyê kir û wiha got: Di serî de em bang li hemû jinan, gelê Tirkiyeyê û cemaweriya demokratîk dikin ku ji îktîdarê re bêjin raweste. Em bang dikin ku têkoşîna me ya aştiyê bêtir xurt û bi rêxistin bikin. Em carek din diyar dikin ku li dijî şer in. Em dê li her derê bêjin atî."