GIRÊ SPÎ – Di çarçvoeya rêkeftina Hikumeta Sûriyê û Rêveberiya Xweser de hêzên Rejîmê li ser rêya bejahiyê M4 a navnetewî hatin bicihkirin.
Duh di navbera Hikumeta Sûriyê û Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê de rêkeftinek pêk hatibû û li ser ewlehiya sînor peyman hatibû îmzekirin. Di çarçoveya vê rêkeftinê de eskerên artêşa Sûriyê li ser rêya navnetewî ya M4 ku di di navçeya Eyn Îsa de derbas dibe hatin bicihkirin.
Li bakurê vê riyê ku eskerên Rejîmê hatine bicihkirin ketibû destê artêşa Tirkiyê û grûbên wê yên paramîlîter.