SERÊKANIYÊ - Rojnameger û Nuçegîhanê Çira TV Mihemed Hesen Reşo yê ku di 13'ê Cotmehê de li Serêkaniyê di êrîşa hewayî de ya Tirkiye li dijî sivîlan pêk anî de birîndar bû, jiyana xwe ji dest da.
Rojnameger û Nûçegîhanê Çira Tv Mihemed Hesen Reşo yê ku li Serêkaniyê di 13'ê Cotmehê de di êrîşa hewayî ya Tirkiye ku li dijî Serêkaniyê pêk anî de birîndar bû jiyana xwe ji dest da. Di saetên êvarî ya 13'ê Cotmehê de Tirkiye karwana sivîlan bombe kiribû û di bombebaranê de 1 jê rojnameger 11 welatiyan jiyana xwe ji dest dabûn û 74 welatî jî birîndar bûbûn. Rayedakên Nexweşxaneya Lêgerîn a li Til Temirê diyar kirin ku di êrîşên Tirkiyeyê ya li dijî Serêkaniyê di nava 6 rojan de 75 sivîlan jiyana xwe ji dest dane û 450 sivîl jî birîndar bûne. Duh rojnameger Mihemed Hesen Reşo di êrîşê de birîndar bûbû îro jiyana xwe ji dest da.