RIHA - Welatiyên ji ber êrîşên li dijî Bakurê Sûriyeyê ji Serê Kaniyê yê Rihayê neçar man ku malên xwe terk bikin û derbasî navçeya Wêranşarê bûne, diyar kirin ku li dijî şer derketin sûc e!
Êrîşên Tirkiyeyê yên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dest pê kirin di roja 6’emîn de bi hemû dijwariya xwe dewam dike. Yek ji bajarên herî zêde lê şer û pevçûn dijware Serêkaniyê yê Bakurê Sûriyeyê ye. Li navçeya Serê Kaniyê yê Rihayê ku dikeve ser sînorê herêmê jî, gel ji roja dest pê kê ya pevçûnan ve malên xwe vale kirin û neçar man ku bajêr terk bikin. Welatiyên Serê Kaniyê li navenda Riha û navçeyên wê yên cuda bi cih bûne. Bi sedan welatiyên Serê Kaniyê yên li berê xwe dan navçeya Wêranşarê, li pansiyon û wargehên dibîstanan hatin bicihkirin.
‘BIRÎNDAR LI DIBISTANAN TÊN DERMANKIRIN’
Di navbera Serê Kaniyê û Wêranşarê de bi navber liv û tevgera ambûlans û leşkeran heye û gelek birîndar sewqî Nexweşxaneya Dewletê ya Wêranşarê tên kirin. Beşeke nexweşxanê, ji bo leşkeran bi şerîta ewlekariyê hatiye girtin. Birîndar ku ji Serê Kaniyê tînin, ji ber ku cih di nexweşxaneyê de tuneye, li salonên sporê yên dibistanan tên dermankirin.
'EM DITIRSIN BIAXIVIN’
Li navenda bajêr, di rojeva her kesî de şer heye. Dikandar Fûat Eyup, bal kişand ser operasyonên “Tevgera Şaxa Zeytûnê” û “Mertala Firatê” û wiha got: “Piştî van her du operasyonan niha jî êrîşî hemû Rojava dikin. Kesên li ser medya civakî li dijî şer derdikevin, tên binçavkirin. Hundirê min dişewite. Li vî welatî li dijî şer derketin weke sûc tê dîtin. Ji ber vê yekê em ditirsin ku biaxin. Desthilatdarî me weke hedef nîşan dide. Welatiyên li navçeyê dijîn, ditirsin ku biaxivin û bertekên xwe nîşan bidin.”