ŞIRNEX - Çiyayê Cûdî yê duh weke “Herêma ewlekariya taybet” hat îlankirin dişewite. Şewat di encama gulebarandina leşkeran de rû da.
Li Çiyayê Cûdî ya Navçeya Silopî ya Şirnêx, di saetên şerê yên duh de şewatê rû da. Walîtiya Şirnexê duh Çiyayê Cûdî bi hinceta “Herêma Ewlekariya Taybet” li sîvîlan qedexe kiribû. Hat diyar kirin ku encama gulebarandina leşkeran de rû dawe û her ku diçe belav dibe. Bi tu awayî mudaxileyî şewatê nayê kirin û ji navenda bajêr jî dûkêla şewatê xuya dike.
Welatiyên li herêmê dijîn, diyar kirin ku ji ber gulebarandina leşkeran şewatê rû da.