MÊRDÎN - Duh di saetên şevê de bi dehan maşîneyên zirxî sewqî ser sînorê navçeya Cizîra Şirnexê hatin kirin.
Piştî Tirkiye êrîşî bajarên Rojava kir, sewqiyata eskerî ya ber bi bajarên cîranên bajarên Rojava ve jî didome. Duh bi şev li ser Rêya Hevrîşmê ji aliyê Mêrdînê ve sewqiyata tank, top û maşîneyên zirxî ber bi sînorê navçeya Cizîrê ya Şirnexê ve hatin şandin. Li ser seranserî sînorê binxet û serxetê tevgera eskerî didome û pevçûn diqewimin.