MÊRDÎN – Şêniyên navçeya Nisêbînê li dijî êrîşên ser Rojava dertên û li dijî Serokkomar Erdogan bi bertek in û dixwazin ku dawî li şer were.
Li ser fermana Serokkomarê AKP’yî di Tayîp Erdogan di 9’ê Cotmehê de Hêzên Çekdar ên Tirk (TSK) û komên girêdayî Artêşa Neteweyî ya Sûriyê li dijî bajarên Rojava dest bi êrîşan kirin. Piştî êrîşan dest pê kir li ser sînorê Qamişlo û Nisêbînê jî bû yek ji navendên pevçûnên dijwar. Ji ber pevçûnan li malên taxên li ser sînor ên Nisêbînê hatine valakirin û li taxên din jî gelek mal hatine valakirin.
Xelkê ku malên xwe vala kirin ya derbasî taxên jora navçeyê bûne an jî çûne cem xizmên xwe yên li navçeyên Artûklû, Qoser, Midyad û Cizîrê. Hin malbatên li ber sînor cih ji xwe re nedîtin û malên xwe vala nekirin li kuncikên malên xwe yên herî ewle jiyana xwe didomînin.
XELK BERTEK NÎŞANÎ ERDOGAN DIDE
Tevî hemû tiştên qewimîn jî şêniyên navçeyê koçberiyê tercîh nekirin. Welatî ji ber guleyên teqemenî yên nayên zanîn ku ji ve tên bi tedbîr tevdigerin. Welatî dixwazin demildest şerê li dijî Rojava were sekinandin û li dijî fermana Erdogan da bi bertek in.
‘GELÊ KURD TÊ KUŞTIN’
Ji welatiyan Hamîde Yarûl da zanîn ku ew naxwazin kes were kuştin û wiha got: “Gelê kurd tê kuştin. Xelkê me Nisêbînê dîsa ji ber şer koçber bû. Bila gavek berê gavekê aştî pêk were.”
‘XWEDÊ TU VÊ ZILMÊ QEBÛL NEKÎ’
Sultan Gokturk jî anî ziman ku pêwîste xelkê Nisêbînê neyê mexdûrkirin û wiha got: “Em aştiyê dixwazin. Xwedê vê zilm û zordariyê qebûl neke. Ez niha li mala xwe me. Lê nîvê xelkê me Nisêbînê terk kir. Em naxwazin şer pêk were. Bila ev şer bi dawî bibe.”
‘EM NIKARIN XWARIN BIXWIN’
Kezîban Înal jî destnîşan kir ku zarokên wan ji tirsa nikarin rakevin û wiha got: “Heke şer dewam bike bila însanan ji vir derxin. Em dibêjin bila ev şer zû bi dawî bibe. Em naxwazin xwîn birije, zarok, ciwan û extiyar werin kuştin. Ev çend roj in derûniya me xera bûye. Em nikarin xwarin û vexwarinekê bixwin. Êdî bila ev şer bi dawî bibe.”
‘ME ÇI KIRIYE JI TE ERDOGAN?’
Dayikek nexwest navê xwe bide û li hember kamerayê axivî wha berteka xwe da nîşandan: “Em kîjanê bixivin; birîndaran, an jî kesên dest û milên wan jê bibûne? Em li ser miriyan biaxivin? Em ji derd û qehran êdî bûn robot. Me çi kiriye ji Erdogan? Erdogan çi ji me dixwaze? Erdogan dixwaze em werin kuştin. Erdogan ne dostê tu kesî ye. Çi heqê wî heye? Me çi kiriye ku bi tank û topan li me dixe.”
‘EM Ê BI VÎ HALÎ XWE ÇAWA BIÇIN’
Husniye Karataş a 3 zarokên wê astengdar in û li taxê bi tenê maye jî giriyê mirov bi halê wê tê. Karataş di nav hêsirên çavê xwe de dest bi berteka li dijî şer kir û got: “Zarokên min ên 10, 18 û 29 salî sê heb astengdar in û di nava nivînan de ne. Hemû Nexweşên me li mal in. Me bi zorê mala xwe çêkir. Lê niha em nikarin li vê malê bijîn. Em aştiyê dixwazin. Em bi şev û roj li ser pêya ne. Em bi vî halê xwe yê feqîr biçin ku?”