ENQERE– Li Enqereyê kesên di avêtina ser malan de hatin binçavkirin, hatin girtin.
Li Enqereyê di 27'ê Mijdarê de 3 kesên di avêtina ser malan de hatin binçavkirin, hatin girtin. Ji 11 kesên danê sibehê sewqî edliyeyê hatin kirin Seydi Fırat, Sadik Yildiz, Baran Baykan, Barış Ozdemir, Nezir Karaman û kesê bi navê Cengîz ê paşnavê wî nehat zanîn piştî îfadedayîna li dozgeriyê hatin berdan û Hande Kaya û Celal Demir jî bi şertê venêrîna edlî hatin berdan.
Fatma Kinali, rêveberê HDP'ê yê Mamakê Sinan Çiftçi û xwendekarê Zanîngeha Enqereyê Zekî Karavîş bi îdiaya "Endamtiya rêxistinê" û "Propagandaya rêxistinê" hatin girtin.