MÊRDÎN - Polîsan di 10'ê cotmehê de mudaxaleyî çalakiya HDP'ê kiribû û zêdeyî 30 siyasetmedar binçav kiribûn. Siyasetmedarên hatin binçavkirin diyar kirin ku polîsan gefa 'Divê hûn neçin partiyê' li wan xwariye.
Rêxistinên HDP'ê li Mêrdînê di 10'ê Cotmehê de xwestin li dijî êrîşa Tirkiye ya li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê daxuyaniyê bidin çapemeniyê. Polîsan mudaxale kiribû. Polîsan piştre gelek siyasetmedar di serdegirtina mahan de binçavkiribûn. Polîsan zedeyî 30 siyasetmedarên Kurd binçav kirin. Polîsan di bin çavan de gef li siyasetmedaran xwar û xwest neçin partiyê.