EDENE - Daxuyaniya çapemeniyê ku Rêxistina HDP'ê ya Edeneyê dixwest ji bo şermezarkirina êrîşa Tirkiyeyê ya li dijî Bakur û Başûrê Sûriyeyê bide, ji aliyê polisan ve hat astengkirin.
Parlamentera HDP'ê ya Edeneyê Tulay Hatîmogûllari jî di nav de endam û rêveberên HDP'ê û gelek welatiyan xwest li ser Kolana Pazarê ya taxa Çarşemê ya navçeya Seyhanê ya Edeneyê, êrîşa Tirkiyeyê ya li dijî Bakur û Başûrê Sûriyeyê bi meş û daxuyaniyeke çapameniyê şermezar bikin. Bi sedan polisan taxê dorpêç kir û bi hinceta biryara qedexeya çalakiyan a Walîtiya Edeneyê ya ji bo 15 rojan destûr neda ku çalakî bê lidarxistin.
Li gel vê yekê jî girse li ser kolanê li hev kom bû. Polisan hemû kesên li hev kom bûbûn di Lêgerîna Agahiyên Giştî (GBT) re derbas kir û bi gefa mudaxaleyê ji wan xwest ku ji hev belav bibin. Hin kesên ku li ser kolanê man ji aliyê polisan ve hatin derbkirin. Polisan rojnamegerên ku dixwestin çalakiyê bişopînin jî ji qada çalakiyê dûr xistin. Parlamenter Hatîmogûlları û HDP'iyên ku xwestin li parqa zarokan a li ser kolanê rûnin, ji aliyê polisan ve hatin astengkirin. Li gel astengiya polisan jî welatiya êrîşa Tirkiyeyê şermezar kir.