AMED - Ji 52 kesên li Nisêbînê birîndar bûn 8 jê anîn Amedê û dest bi dermakirina wan hat kirin.
Piştî êrîş û operasyona Tirkiyeyê ya li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, hewan û fuze li navçeya Nisêbîn a Mêrdînê ketin û di encamê de 9 kesan jiyana xwe ji dest dan û 52 kes jî birîndar bûn. Dermankirina kesên birîndar li nexweşxaneyên cuda dewam dike. Tedawiya Serdar Dînç (22), Mehmet Dûran (25), Hîcran Kok (42) û 3 kesên navê wan nehat zanîn a li Nexweşxaneya Perwerdê û Lêkolînê ya Gazî Yaşargîl dewam dike. Enes Kok (18) ê tedawiya wî temam bû jî ji nexweşxanê derxistin.
Hat diyar kirin ku kesek din ê navê wî nehat zanîn li Nexweşxaneya Fakultê ya Tipa Zanîngehê ya Dîcle tê dermankirin.