EDENE - Heverokên HDP’ê yên Ceyhanê Delal Mamûk û Seyfettîn Aydemîr ên bi hinceta parvekirinên medya civakî hatibûn binçavkirin, hatin berdan û rêveberê HDP’ê Tahîr Ozdemîr hat girtin.
Hevserokên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yên navçeya Ceyhan a Edenê Delal Mamûk û Seyfettîn Aydemîr û rêveberê navçeyê Tahîr Ozdemîr bi hinceta parvekirinên medya civakî yên li dijî operasyona Tirkiyeyê ya li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, di serdegirtina malan de hatibûn binçavkirin. Piştî îfadeyên wan ên li Midûriyeta Polîsan hatin girtin sewqî Edeliya Ceyhanê hatin kirin.
Hevserokên HDP’ê Delal Mamûk û Seyfettîn Aydemîr hatin berdan û rêveberê HDP’ê Ozdemîr bi îdîaya “Endamtiya rêxistinê” hat girtin.