STENBOL - Malbatên TAYAD’î ji bo ku piştgiriyê bidin endamên Koma Yorum û rojiya wan a mirinê xwestin bimeşin, lê polîsan mudaxileyî malbatan kirin û 6 kes kirin binçavan.
Komeleya Piştevahî û Malbatên Girtiyan û Hikumxaran (TAYAD), bi armanca piştgirî dayîna endamên Koma Yorum ku di demên cuda de ketin greva birçîbûnê û Mustafa Koçak ê di rojiya mirinê de xwest “Meşa Edaletê” li dar bixe, lê rastî mudaxileya polîsan hat. Polîsên ku destûr nedan ku malbat daxuyanî bidin, 6 kes kirin binçavan.
Malbatên TAYAD’ê piştî binçavkirina 6 kesan daxuyaniyek nivîskî dan. Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Mirov dinava çar dîwaran de her roj dihelin. Bi rastî jî rewşa wan ne başe. Em weke malbatên wan bi fikaran û piştgiriya daxwazên wan dikin. Îro pêdiviya hemû kesan bi edaletê heye. Ji ber vê yekê deng bidin vê daxwaza edaletê.”
Ji endamên Koma Yorum ên li girtîgehên Sîlîvrî Gebze û Balikersîrê tên girtin Bahar Kurt 124, Îbrahîm Gokçek 117, Bariş Yuksel 117, Alî Arici 48 û Helîn Bolek 114 rojin di greva birçîbûnê de en.