AMED - Çalakiya Nobeta Demokrasiyê ku li dijî tayînkirina qeyûman a ser şaredariyên HDP'ê hatibû destpêkirin, dîsa ji aliyê polisan ve hat asengkirin. Parlamenterên HDP'ê li derveyî qada ku polisan girtibûn çalakiya rûniştinê li dar xistin.
Polisan, îro jî destûr neda ku çalakiya Nobeta Demokrasiyê ku li dijî tayînkirina qeyûman a ser şaredariyên bajarên mezin ên Amed, Mêrdîn û Wanê hatibû destpêkirin, bê girtin. Polisan qedexeya Walîtiya Amedê ya "çalakiyan" weke hinceta nîşan da û Kolana Lîseyê ku çalakî lê dihat lidarxistin bi bariyeran girt û li ketin û têketina qada çalakiyê TOMA û maşîneyên zirxî bi cih kir û destûr neda ku welatî bikevin qada çalakiyê.
Li ser dûrxistina rojnamegeran a ji qadê, parlamenterên HDP'ê yên bajar Remziye Tosûn, Dersim Dag, Semra Guzel û Mûsa Farisogûllari li derveyî qada ku polisan girtibû çalakiya rûniştinê li dar xistgin. Li ser vê yekê polisan parlamenteran dorpêç kir.
Parlamenteran piştî ku çalakiya xwe bi qasî saetekî berdewam kirin ji qadê veqetiyan.
Nobeta Demokrasiyê ku piştî tayînkirina qeyûman ji 19'ê Tebaxê ve hatibû destpêkirin, bi destpêkirina êrîşa Tirkiyeyê ya li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê re hat qedexekirin.