GIRÊ SPÎ - Eşîrên Ereban ên cih û warên wan bûn hedef û gelek endamên wan hatin kuştin, diyar kirin ku ew li gel Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) ne û gotin: “Em ê xwe bikin yek û axa xwe biparêzin.”
Operasyona Tirkiyeyê ya li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ket roja 5’an. Berxwedana Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) a li dijî van êrîşan li Girê Spî û Serêkaniyê dewam dike. Komên TSK û OSO bi heman taktîk û stratejiyê êrîşî li her du bajaran dikin û hewl didin her ji aliyê rojhilat û rojava ve her du bajaran bixin çemberê.
EŞÎRÊN EREBAN LI SER PIYANE
Ev operasyon heya niha bi tu awayî ne gehiştiye armanca xwe. Vê carê jî bombebarana bajaran dixwazin bigihin vê armanca xwe. Di vê çarçoveyê de cih û warên sîvîlan dikin hedefê. Li ser herêmê balafirên şer û keşfê tim digerin. Hêzên QSD’ê yên li dijî hemû teknîka giran li ber xwe didin, dewama parastina gel dike. Dîsa ji bo parastina herêmê piştgiriya herî mezin ji gelên Erep tê. Mecîs û eşîretên Ereban ên herêmê, bajarên ku şer lê dijware bi tenê nahêlin.
EŞÎRÊN EREBAN LI GEL QSD’Ê NE
Eşîrên Ereban, diyar kirin ku Tirkiye dibin navê “herêma ewlehiyê” de bi demografiya herêmê re dilîze û li dijî vê yekê di çalakiyên mertalên zindî de cih digirin. Li gel eşîrên herî mezin ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê El Meşhûr, Elînîze, El Şemar û El Cîmayîl, eşîrên El Bedo, El Heneda û El Buhesaf ên bajarê Girê Spî cihê xwe ligel hêzên QSD’ê digirin. Ev eşîrên bi hêz û mezin ên herêmê diyar dikin ku li dijî plana Tirkiyeyê ne.
MA / Nazİm Daştan