DÎLOK - Tirkiye, bi pira seyar ku bi ser Karkamişê re bir Cerablûsê dixwaze Çemê Firatê derbas bike û bikeve gundên rojavayê Kobanê.
Tirkiye, bi hêza paramîlîter ku navê "Orduya Neteweyî" lê kiriye, şerê ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dimeşîne berbelav dike. Tirkiye, ji bo ku bikeve gundên rojavayê Kobanê, ji naçveya Karkamiş a Dîlokê pireke seyar bir Cerablûsê. Pira ku di bin parastina hêzên paramîlîter û TSK'ê de bi TIR'ê birin Cerablûsê nayê zanîn ku li kurdê bê danîn. Beriya niha li Gundê Şêxlerê pira ku rojava û û rojhilatê Firatê bi he ve girê dida ji aliyê DAIŞ'ê ve hatibû teqandin. Tê gotin ku dê pir li ser Çemê Firatê bê danîn û Tirkiye di ser re derbasî gundên rojavayê Kobanê bibe.