ŞIRNEX - Polisan li Silopya û Cizîrê bi ser malan de girt û Endamekî Meclisa Şaredariyê yê HDP'ê û 2 birayan binçav kir.
Polisan, di saetên serê sibehê de li navçeyên Silopya û Cizîrê yên Şirnexê bi ser malan de girt. Polisan di serdegirtinan de Endamekî Meclisa Şaredariyê yê HDP'ê Fehîme Sarûhan û Haci û Îbrahîm ên birayên hev ku emrê wan derdora 70^yî ye binçav kirin. Hinceta binçavkirinan nehat hînbûn.
Duh jî ji ber parvekirinên têkildarî êrîşa Tirkiyeyê ya li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê yên li ser medya civakî, li seranserê Şirnexê polisan bi ser malan de girtibû 5 kesî binçav kiribûn.