GIRÊ SPÎ - Ji Pekhatiyên QSD’ê Tabûra Ermeniyan di daxuyaniya da de wiha got: “Di sala 1915’an de mîlyonek û 500 Ermenî qetil kirin. Hewl didin dîrokê dubare bikin. Şoreşa Rojava şoreşa me ye. Şoreşa Kurdan, Ereban, Ermeniyan, Tirkmenan û Suryaniyan e. Em ê li dijî van êrîşan têbikoşin.”
Êrîşên Tirkiyeyê yên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di roja 5’an de dewam dikin. Bi vê yekê re gelek pêkhateyên Sûriyeyê bi Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) re tevdigerin û mil dane milê hev. Tabûra Ermeniyan a di parastina Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de cih digire, ragihand ku ewê li dijî êrîşên Tirkiyeyê bi hevre têbikoşin û ewê bi ser bikevin.
TABÛRA ERMENIYAN: ARMANC DESTKEFTIYÊN GELÊ KURD E
Li ser navê Tabûra Ermeniyan a navê xwe ji fermandarê TKP/ML TÎKKO yê di şerê li dijî DAIŞ’ê de jiyana xwe ji dest da Nubar Ozanyan (Orhan Bakirciyan) digire Masîs Otanyaf axivî û wiha got: “Erdnîgariya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dibin gefa komkujiyê de ye. Êrîşên Tirkiyeyê pir zêde û giran in. Tirkiye dewama Osmaniyan e. Dixwaze destkeftiyên gelê kurd tune bike û li ser vê siyaseta xwe ava bike. Di bingeha êrîşên îro de ev yek heye.”
‘EM BERÊ JÎ RASTÎ ÊRÎŞÊN WAHA HATIN’
Otanyaf, da zanîn ku ew berê jî rastî êrîşên wan hatin û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Di sala 1915’an de mîlyonek û 500 Ermenî qetil kirin. Hewl didin dîrokê dubare bikin. Dixwazin ji bo gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê heman komkujiyê pêk bînin. Ev êrîşek mezin û pir girane. Cîhan li dijî vê bêdeng e. Li hemberî komkujiyê bêdeng dimîn in. Şoreşa Rojava şoreşa me ye. Şoreşa Kurdan, Ereban, Ermeniyan, Tirkmenan û Suryaniyan e. Ev roj ne rojên xwe bêdeng kirinê ne. Em li dijî vê serî hildin. Em ê li dijî van êrîşan têbikoşin û serkeftinê bi dest bixin.”
MA / Nazim Daştan