MÊRDÎN / RIHA - Li Mêrdîn û Riha, bi hinceta operasyona ser sînor, ji bo 3 rojan navber dan perwerdehiya dibîstanan.
Walîtiya Mêrdînê, bi hinceta operasyona li dijî Bakur û Rojhilatê ragihand ku navber ji bo perwerdehiya navçeyê hatiye dayîn. Walîtiyê di daxuyaniya xwe de wiha got: “Ji bo navçeyên li ser xeta sînor 3 roj navber ji bo perwerdê hat dayîn.”
Walîtiya Rihayê jî heman daxuyanî da û got: “Perwerdeya hemû dibîstanên li navçeyên Kaniya Xezalan û Serê Kaniyê hatin betalkirin. Li navçeyên Pirsûs û Bêrecûkê navber ji bo dibistanan hatiye dayîn. Wê 3 roj dibintan girtîbin.”