NAVENDA NÛÇEYAN - Kurê Nivîskar Elî Şerîatî Ehsan Şeriatî, li ser hesabê xwe yê medya civakî şerê Tirkiye ku yek alî li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê daye destpêkirin şermezar kir.
Kurê Nivîskar Elî Şerîatî Ehsan Şeriatî, li ser hesabê xwe yê medya civakî şerê Tirkiye di 9'ê Cotmehê de yek alî li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê daye destpêkirin û 5 rojin didome, bi tundî şermezar kir. Şerîatî anî ziman ku mudaxaleya eskerî ya Tirkiye ku li dijî Kurdistanê daye destpêkirin bi tundî şermezar dike. Şerîatî da zanîn ku êzî gelê Kurd vê zilma siyasî u aborî nikare rake û xwest hemû rewşenbirên li Îran û Kurdistanê li dijî vê mudaxaleyê bibin yek.