HESEKÊ – Hevserokê PYD’ê Şahoz Hesen li dibistana ku asta seretayî lê xwendiye dengê xwe avêt sindoqê. Hesen, piştî dengê xwe da, diyar kir ku ev hilbijartin vîna gel a azad nîşan dide.
Hevserokê PYD'ê Şahoz Hesen li gel Hevserokê Komîteya Têkiliyan a TEV-DEM’ê Ebdulselam Ehemed û nûnerên partiyên “Lîsteya Netewa Demokratîk” di hilbijartinên rêveberiyên herêmî de dengê xwe dan. Şahoz Hesen li Dibistana Canhecar a Taxa Salihiyê ya Hesekê ku xwendina xwe ya seretayî lê xwendiye deng da. Hesen, derbarê hilbijartinan de wiha got: "Ev hilbijartin vîna gel a azad derdixin pêş. Gelê ku bi vîna xwe meclîsên xwe ava kirin, îro bi azadî nûnerên xwe diyar dikin.”
Ebdulselam Ehemed jî dengê xwe avêt û destnîşan kir ku gel li vir vîna xwe diyar dike. Ehemed, da zanîn ku kesên çareseriya aloziya Sûriyeyê bixwazin bila werin bi nûnerên vî gelî re rûnên û wiha got: "Çareserî tenê nûnerên gel dikarin diyar bikin.”
Coş û heyecana hilbijaritnan gelekî bi qelebalix derbas dibe. Welatî degnê xwe didin û mafê xwe yê dengdanê bi kar tînin. Hilbijartina saet di 08.00’an de dest pê kir rastî eleqeyek mezin tê. Heta niha bi hezaran welatiyên kantona Hesekê mafê xwe yê dengdanê bi kar anîn û nûnerên xwe hildibijêrin.