EDENE - 25 girtiyên ku ji Girtigeha Tîpa F a Kurkçuler a Edeneyê sewqî girtîgeha Tîla L a Hêjmar 1 a Turkoglu ya Mereşê kirin, ji ber lêgerîna tazî qebûl nekiribûn rastî lêdan û îşkenceyê tên.
25 girtiyên siyasî yên di 10'ê cotmehê de bi awayekî keyfî ji Girtîgeha Tîpa F a Kurkçuler a Edeneyê sewqî girtîgeha Tîla L a Hêjmar 1 a Turkoglu ya Mereşê kirin, ji ber lêgerîna tazî qebûl nekiribûn rastî lêdan û îşkenceyê tên. Malbatan piştî hevdîtin kirin diyar kirin ku xizmên wan ên lêgerîn û jimartina liser piyan qebûl nekirin rastî lêdan û îşkenceyê tên. Malbatan serî li Şaxa ÎHD'ê ya Edeneyê dan û alîkariya hiqûqî xwestin. Dayika girtî Erkan Aydin Faîze Ay, diyar kir ku kurê wê di 11'ê cotmehê de li wê geriya û wiha got: "Kurê min diyar kir ku berê li Girtîgeha Tîpa F a Kurkçuler a Edeneyê rastî gefên gardiyanan dihat û ji min re got 'Em di ketina girtigehê û li kawîşan rastî lêdanê hatin. Ji ber ku em jimartina li ser piyan qebûl nekin em rastî lêdanê tên. Em dixwazin parêzer û parazvanên mafên mirovan werin li vir lêkolîn bikin.' Ez ji jiyana kurê xwe bi fikar im. Em dixwazin parazvanên mafên mirovan bi lez dest bavêjin vê mijarê."
Bavê girtî Burhan Erol, Murat Erol jî anî ziman ku kurê wî di 11'ê Cotmehê de bi telfonê li wî geriya gotiye 'îşkenceyê li me dikin. Ne tenê li min, li hemû hevalên min îşkence dikin. Parêzeran bişînin' û alîkarî xwestine. Bav Erol, xwest ji bo îşkenceya li ser girtiyan bi dawî bibe parêzer û parlamenter hestiyar tev bigerin.