MÊRDÎN – Ji roja êrîşên li ser Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dest pê kirine heta niha, li Nisêbîn a Mêrdînê 12 sivîlan jiyana xwe ji dest dan. Gelê Nisêbînê ji ber van êrîşan hem bi hêrs e hem jî fikar in. Nisêbîniyan, xwest rojek berî rojekê ev şer raweste.
Ji roja êrîşên li ser Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dest pê kirine heta niha li Nisêbîna Mêrdînê 12 sivîl jiyana xwe ji dest dane û zêdetirî 70 kes jî birîndar bûne. Nisêbîniyan nerazîbûnên xwe anîn ziman û xwestin ev şer rojek berî rojekê bê rawestandin.
‘GER BIDOME WÊ RÛXANDINEKE MEZIN PÊK BÊ'
Piştî êrîşên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, Şaredariya Nisêbînê maseya krîzê ava kir. Endama maseya krîzê Saniye Demîr, da zanîn ku heta niha gelek malbat mecbûr man e biçin deverên din. Demîr, destnîşan kir ku ji salên 90'î ve dewlet hewl dide herêmê vala bike û got, ger şer bidome wê rûxandineke ji ya dema qedexeyên derketina derve mezintir pêk bê. Demîr, ji bo rawestandina şer bang kir û got: "Tişta dibe bi gel dibe. Bila şer bê rawestandin. Bila çek rawestin, bila muzakere dest pê bikin."
‘LI DIJÎ BIRATIYÊ YE'
Hevserokê HDP'a Nisêbînê Nezîr Saraç jî, bang kir ku rojek berî rojekê şer raweste. Saraç, bilêv kir ku Nisêbîn Û Qamişlo xizmên hev in û got: "Di navberê de sînor heye, lê ev nayê wateya ku gelên li her du aliyan gelên cuda ne. Ev şer, şerê li dijî biratiyê ye. Tenê di navberê de sînor hene. Em dixwazin ev şer bê rawestandin."
‘MA EM BERÊ XWE BIDIN KU?'
Jineke ku nexwest navê wê bê aşkerekirin jî got, êdî nizanin wê çi bikin û got: "Ma wê ev derd heta kengî hebe? Xwedêyo! Çima tu Erdogan nadî sekinandin? Zarokên me diçin leşkeriyê wan dişewitîne. Kezeba dayikên me dişewtîne. Çima tu wî nadî sekinandin? Ma em ê çi bikin? Em ê bi ku ve biçin?"
Welatiyekî ku li Taxa Firatê li ber dîwarê sînor heywanên xwe diçêrîne jî bilêv kir ku êdî ji şer natirsin û got, kurd bi awayekî kêfî tên kuştin. Welatî got: "Êdî cîhan hemû gelê kurd nas dike. Dewleta tirk çi qasî êrîş dike bila bike, wê xwişk û birayên me, wê xizmên me yê li wî aliyê dîwar nas bike. Em şer naxwazin."