'Navê DAIŞ'ê kirine OSO!'

  • rojane
  • 09:08 13 Cotmeh 2019
  • |
img
AMED - Amediyan ku şerê li dij Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê wekî "dagirkeriyê" pênase kirin, gotin: "Ev dagirkerî ye. Ji ber ku DAIŞ'ê tengav bûye vî şerî dike. Ne ji bo aştiyê ye." 
 
Êrîşên Tirkiyeyê yên li ser Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di roja 5'an de didome. Her wiha bertekên li dijî şer jî didomin. Amediyan jî nerazîbûna xwe ya li hemberî şer bilêv kirin û xwestin rojek berî rojekê şer raweste. 
 
'NAVÊ DAÎŞÊ KIRINE OSO'
 
Fahrî Derbaz ê 58 salî, diyar kir ku êrîşa li ser Bakûr û Rojhilatê Suriyeyê heqareteke mezin e û got: “Ev zilm e, li me tê kirin. Gerek em vê zilmê qebûl nekin. Navê DAIŞ'ê kirine OSO û zilma xwe dewam dikin. Em dibêjin, bila temamê gelê me rabe ser piya li hemberî vê zilmê, bila mucadele bikin. Heta ku em li ser piya bin û dilopeke xwîn di laşê me de hebe em ê bitêkoşin." 
 
'AŞTÎ ÇÊ NEBE WÊ BIBE GOLA XWÎNÊ' 
 
Mehmet Şah Toprak ê 61 salî, da zanîn ku Tirkiyê di dema êrîşa Kobaniyê de xwest herêma tampon ava bike û got: “Tirkiye dibêje, dengê kurdan di heft qatên asîmanan de jî were ez qebûl nakim. Bi rastî Tirkiye di dinyayê de bi nav û deng e, bi zilma xwe. Aboriya vî memleketî tev li şer diçe. Qeyraneke mezin di nava vî gelî de heye. Gerek gel hemû li dijî şer û qeyrana aborî rabe ser piyan. Heta ku Tirkiye bi kurdan re aşitiyekê pêk neyne, li dor maseyê rûnenê wê sererast nebe, wê bibe gola xwînê. Va ye dikin jî, em dibînin. Ev zilm nayê qebûl kirin. Tiştê ku di qirika me de, radibe dide bi fîşekan û şer dike. Ev 50 sal e vî şerî dikin ka çi bi ser çi xistiye.”
 
'BILA BÊ RAWESTANDIN' 
 
Nevriye Kaçan a 70 salî jî dest nîşan kir ku kes êdî nikare biaxive ku bibêje vî şerê qirêj bisekinîne û wiha axivî: “Em dixwazin ev şer e were sekinandin. Bila mirov nemirin, bila rondikên tu dayikan nebarin. Bila kezeba wan ne şewite, bila kuştin ji dinyayê rabe. Bila ji memleketê xelkê derkevin. Îro li Rojava êrîşî her derî kirine. Êdî bes e, em azadî û aşitiyê dixwazin. Divê li kolana her kes rabe ser piyan. Eskerê xwe şunde bikşîne êdî bes e.”
 
'BACÊN ME DIDIN BI TOP, GULE Û TEYAREYAN'
 
Yahya Akkûş ê 64 salî, diyar kir ku armanca van êrîşan qedandina kurdan e û got: “Êdî DAIŞ'ê dixin şûna wan, kê dikin şuna wan nizanim. Em şûna şer, aşitiyê dixwazin. Bi bacên ku ji me distînin gule, top û teyareyan dikirin. Îro wî pereyi bidina feqîr û fuqara kesekî feqîr nedima.”
 
'AMERÎKAYÊ QELEŞÎ KIR'
 
Hayder Çakmak ê 71 salî jî da zanîn ku şerê li Bakûr û Rojhilatê Suriyeyê heqareteke pir mezin e û wiha axivî: “Îro di welatê me de destê kesê nagire ku karekî bike ji ber ku bêbextî karekî zor e. Amerikayê bi me kurdan re qeleştî kir, ev di tu dîrokan de nîne. Daxwaza me ew e ku bi lez aşitiyek çê bibe.”
 
'EV ŞERÊ ÇI YE EM NIZANIN'
 
Hatîce Kapçay a 41 salî jî şerê Tirkiyeyê yê li dijî Bakûr û Rojhilatê Suriyê daye destpêkirin red kir û got: “Ne em zarokên xwe dişinin vî şerî ne jî bila biçin. Ev şere yê çi ye em jî nizanin. Qebûl nakin. Li wir kurd, tirk, ereb her mirov hene. Tev jî misilman in.”
 
'AŞITÎ BI ŞER NAYÊ'
 
Mehmet Firat ê 32 salî da zanîn ku şer nebaş e û divê şûna wê çareseriyeke din were dîtin û got: “Li axa welatekî din in. Çi hewcehî bi vê heye. Aşitî bi şer nayê. Bombeyeke balafira şer mesrafa min ya sê salan e. Ji aliyê aboriyê ve em di pêvajoyeke zor de derbas dibin. Ez niha birçî me. Bila di serî de me têr bikin. Diçin pereyê me didin şer, teyare û cebilxaneyan.”
 
Berat Taşkin ê 19 salî jî anî ziman ku şer naxwazin, aşitiyê dixwazin û wiha axivî: “Tirk bi çavê dijmintiyê li me dinêrin. Mesele dema em diçin aliyê wan bi kîn li me dinêrin, cudatiyê dixin navbera me. Madî manevî şer bandorê li jiyana me dike. Divê ev şer xelas be."
 
'TIRKIYE JI BO KU DAÎŞ TENGAV BÛYE OPERASYONÊ DIKE'
 
Ramazan Nergîz 25 salî jî got: “Êrîşên li hemberî Rojava qet nayên qebûl kirin. Çawa li hemberî DAIŞ’ê têkoşîn hat dayîn wê dîsa berdewam bike. Ev dagirkerî û mêtîngerî ye. Tirkiye ji bo ku DAIŞ tengavbûye vê operasyonê dike. Ne ji bo aşitiyê. Gel ji bo ku şer bisekinîne divê serhildanan bilind bike. Çawa di dema Kobaniyê de serhildan çê bûn divê niha jî çê bibin.”

Sernavên din

13/10/2019
21:42 Macron: Divê êrîşa Tirkiyeyê raweste
21:41 SANA: Artêşa Sûriyeyê ber bi bakur ve ket nav tevgerê
20:43 Li gundên Silopya û Cizîrê jî ji bo 3 rojan navber dan perwerdehiyê
20:17 Hevserokê Komîteya Parastinê yê Herêma Firatê: Me bi Rûsya û Rejîma Sûriyeyê re li hev kir
18:09 Merkel banga operasyonê rawestînin kir
17:37 Wezîrê Parastinê yê Amerîkayê: Em bi temamî ji Sûriyeyê vedikişin
17:35 Nûçegîhanê ANHA Seed Ehmed di êrîşê de jiyana xwe ji dest da
17:12 Walîtiya Şirnexê bejahiya Şirnexê tev weke 'Herêma Ewlehiya Taybet' îlan kir
16:52 ‘Ya sincî parastina aştiyê ye'
16:41 Nûçegihanê ANHA Mehmed Ekîncî li Serêkaniyê birîndar bû
16:29 Polîsan xwest siyasetmedar neçin partiyê
16:18 Êrîşî karwana çû Serêkaniyê kirin: 11 kesan jiyana xwe ji dest dan, 74 kes birîndar bûn
16:15 Platforma Jinan a Enqereyê: Em nabin perçeyê plana şer
16:15 Polisan êrîş bir ser bernameyê HDP'ê û gelek kes binçav kirin
16:05 Polisan li Edeneyê şermezarkirina şer asteng kir
16:03 Surucu: DAIŞ ji nû ve zindî dibe
15:45 Rojnameger: Ev ne operasyon e, Şer e
15:45 Leşkeran bi darê zorê ala tirk li şîna kesên li Nisêbînê jiyana xwe ji dest dabûn daleqandin!
15:44 Ji 52 kesên li Nisêbînê birîndar bûn 8 jê anîn Amedê
15:27 Li Ceyhanê HDP’iyek hat girtin
15:00 Polîsan mudaxileyî meşa malbatên TAYAD’î kirin: 6 kes hatin binçvkirin
14:32 Wekîlê Serokê Meclisê Sancar: Tiştekî ji me vedişêrin heye
13:54 Li Colemêrgê îlana ‘herêma ewlekariya taybet’
13:53 Piştî êrîşa TSK'ê 895 DAIŞ'î ji girtîgeha Eyn Îsayê reviyan
13:42 TJA: Kuştina Hevrîn Xelef sûcê şer e
13:41 Nobeta Dmokrasiyê dîsa hat astengkirin
13:27 Ji NY'yê hişyariya Sûriyeyê: Sivîl bi koçberbûnê re rû bi rû ne
13:03 Siyasetmedar: Ev dagirkerî ye
13:02 Çalakiya dostên kurdan sefera THY'ê betal kir
12:47 Tosûn ê ji ber ku bi Kurdî axivîbû hat linçkirin, jiyana xwe ji dest da
12:14 Kampa koçberan a Tirkiyeyê bombebaran kir tê valekirin
11:50 Welatiyên Sînorê Rihayê: Em li welatê xwe bûn penaber
11:39 Eşîrên Ereban li gel QSD’ê ne
11:36 Tirkiye ji bo ku bikeve gundên rojavayê Kobanê pireke seyar bir Cerablûsê
11:16 Topa Hewanê li Kaniya Xezalan ket
11:12 PYD: Em banga YNK'ê ya ji bo yekîtiya Kurd erênî dibînin
11:10 Koçyîgît: Yên aştiyê dixwazin divê bi qasî yên şer dixwazin wêrek bin
11:09 Li Şirnexê 3 kesan binçav kirin
11:08 Tabûra Ermeniyan: Dixwazin salên 1915’an dubare bikin
10:55 Ji partiyên kurd banga yekitiya neteweyî
10:36 Ciwan Haco ji bo Bakurê Sûriyeyê bang kir: Bi berxwedana Kurdan re rabin
10:04 Li Mêrdîn û Riha ji ber ‘operayonê’ navber dan perwerdehiyê
09:42 Tekane daxwaza malbata rojnameger Kadrî Bagdu edalet e
09:41 Ehsan Şerîatî êrîşa eskerî ya Tirkiye li dijî Rojava şermezar kir
09:10 25 girtiyên li Girtîgeha Turkoglu rastî îşkenceyê tên
09:09 Hunermen û rewşenbîrên kurd: Ji bo destekeftiyên kurdan berxwedaneke neteweyî divê
09:08 Nisêbînî: Vî şerî rawestînin!
09:08 'Navê DAIŞ'ê kirine OSO!'
09:05 Hunermend: Şer kêrî tu kesî nayê
09:03 Şêniyên gundê Dirbêsiyê: Eskeran em kirin mertal
09:02 'Xema îktîdarê ne gel e, şer e'
09:00 ROJEVA 13'Ê COTMEHA 2019'AN
12/10/2019
23:21 Li Şirnexê sewqiyata leşkerî
23:00 Fransayê îxracata çekan a ji bo Tirkiyeyê rawestand
22:18 Li navçeyên Rihayê wê dibistan 3 rojên din jî girtîbin
21:02 Seroka MPKE'yê Pasqûîer: Divê operasyon bê rawestandin
20:55 Heyva Sor: Êrîşî ambulansê me dikin
19:49 Li Burukina Faso êrîşî mizgeftê kirin: 16 kes mirin
19:03 Gelê Duhokê êrîş şermezar kirin û banga yekîtiyê kirin
18:19 Rêdûr Xelîl: Dewleta Tirk hewl dide hemû Bakur û Rojhilatê Sûriyê dagir bike
17:51 Li Serêkaniyê û Wêranşarê liv û tevgera ambûlansa zêde bû
17:49 Şandeya HDP’ê Maseya Krîzê ya li Qoserê ziyaret kir
17:41 Eşîrên Ereban: Em bi QSD‘ê re ne
17:12 Sewqiyat hêzên paramîlîter a ber bi Kaniya Xezalan ve didome
16:59 Almanya jî firotina çekan ji bo Tirkiyeyê dide rawestandin
16:51 Nûçegihanê televîzyona Al Arabiya hat binçavkirin
16:39 Yekîtiya Ereban: Dagirkerî û serdestî binpêkirin e
15:58 Têketina Nisêbînê ya heyeta HDP'ê tê astengkirin
15:49 Serêkaniyê bi tevahî di kontrola HSD’ê de ye
15:39 Xwestin girtiyê nexweş Zengîn bê berdan
15:32 Hevseroka HDP’ê ya Îskenderûnê hat girtin
15:32 Hêzên Ked Aştî û Demokrasiyê ya Stenbolê: Li dijî şer bêdeng nemînin
15:19 Şêniyên Hesekê li dijî êrîşên Tirkiyeyê meşiyan
14:40 Li dijî şer kampanya îmzeyan dan destpêkirin
14:39 Gelê welatên Ewropa li dijî Tirkiye derketin kolanan
14:36 Bal kişandin ser rewşa girtiyê nexweş Şeyhmus Koç
14:31 Turkdogan: Gelek sivîl hatin kuştin
14:27 Xelkê Nisêbînê derbarê topên hewanê yên li navçeyê dikevin de çi difikire?
14:21 Sîlopiyan bertek nîşanî şer dan: Ji bo Rojeva dengê xwe bilind bikin
13:40 TJA: Ji bo rawestandina êrîşan em bibin deng
13:31 26 HDP’iyan derxistin edliyê
13:18 Cezayê 'girtîgeha malê' dan endamê MYK'a PAK'ê
13:16 Çaksû: Balafirên şer ji hewa de Sêrekaniyê bombe dikin
13:00 Mesûd Barzanî: Roj roja yekitiyê ye
12:56 DAIŞ'ê karwana sîvîlan bombebaran kir
Hevseroka Partiya Pêşeroja Sûriyeyê Hewrîn Xelef jiyana xwe ji dest da
12:51 Destûr nedan Nobeta Demokrasiyê
12:24 Polîsan mudaxileyî Dayikên Şemiyê kirin
12:15 Dê MSD tevlî civîna Yekitiya Ereban bibe
11:58 Di êrîşa TSK'ê de li Qamişlo jineke ciwan hat kuştin
11:57 5 kes li Şirnexê hatin binçavkirin
11:56 Akademîsyenên Aştiyê: Şer sûcê mirovahiyê ye
11:32 Di Doza Nisêbînê de ceza li 4 kesên din birîn
11:25 Komek kurd û dostên xwe yên biyanî kampanya Rojava dan destpêkirin
11:22 Gelên taxên li ser sînor ku tê xwestin bên valakirin: Em ê malên xwe terk nekin
11:20 Hevserokên HDP’ê yên Ceyhanê hatin binçavkirin
11:06 Ji damezrînerên pergala Girê Spî Selîm: Dixwazin pergala me hilweşîn in
11:04 Li Nisêbînê 9 welatî hatin veşartin: Bertek nîşanî Erdogan dan
10:53 Fermandarê Leşkerî Xemis: Me plana dorpêça Girê Spî û Serêkanîyê xera kir
10:52 Li Hatayê 2 siyasetmedar û rojnamegerek hatin binçavkirin
10:46 'Pêwîste li dijî şer em barîkatên azadiyê ava bikin’