MÊRDÎN – Şêniyên Taxa Dirbêsiyê ya Qoserê, diyar kirin ku beriya operasyona li dijî Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojavayê Sûriyeyê, tu rayedarên dewletê ji wan re tiştek negotiye û gotin: "Eşker dixwazin me li pêş xwe bikin mertal."
Operasyona Tirkiyeyê ya li dijberî Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di roja 5'an de didome. Piştî operasyon dest pê kirin Taxa Dirbêsiyê ya Qoserê ku nêzî sînor e yekser tesîr ji pevçûnan digire. Li taxê 5 roj in di navbera QSD û leşkeran de şerekî dijwar diqewime. Ji ber şer şêniyên taxê ji bêgavî berê xwe dan cem xizmên xwe yên li navenda navçeyê.
Yek ji şêniyên taxê Kadriye Agaoglû ku berê xwe daye navenda navçeyê, diyar kir ku niha ew 4 malbat di xaniyekî 3 odeyî de dimînin. Agaoglû, bilêv kir ku di 9'ê Cotmehê de top hatine avêtin û got: "Tam saetekê li ser hev teqiyan. Lê belê vê carê bersiva topan hat dayîn. Hêla wî aliyî jî bera leşkeran da. Ji ber cihê leşkeran nêzî mala ye, fîşek li malan jî ketin."
‘HÊVÎDAR IM KESÊN DIN LI GUNDÊN ME BI CIH NEKIN'
Agaoglû, diyar kir ku ji ber di warê ewlehiyê de rewş nebaş bûye ji bêgavî ji gund derketine û got: "Mesafeya navbera leşker û malan mesafeke hindik e. Lê belê beriya operasyonê kesî em hişyar nekirin. Her kesî dizanî gava êrîş li ser aliyê hember çê bibin wê bersiva êrîşan bê dayîn û wê zirar bigihîje her kesî. Lê belê kesî tiştek ji me re negot. Li gund mirovek jî nemaye. Em mecbûr man ji gund derkevin. Niha li gund mal giş vala ne. Hêvîdar im kesên din li gundên me bi cih nekin."
'LEŞKERAN XWEST EM BIKIN MERTAL'
Şêniyekî gund ku nexwest navê wî bê aşkerekirin, destnîşan kir ku leşkeran xwestiye wan wekî "mertalan" bi kar bînin. Şêniyê taxê, anî ziman ku ji hêla wî aliyî heta niha fîşekek jî ber bi wan ve nehatiye û got, çi bê serê wan berpirsiyar hikûmet e. Her wiha şêniyê gund, da zanîn ku li gunê wan ji xeynî leşkeran gelek endamên OSO'yê jî hene.